Boraya Wanê: Sînorê Îran û Wanê bûye gora penaberan 2019-06-20 15:02:44   WAN - Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê, bi boneya Roja Penaberên Cîhanê daxuyanî da û got: “Sînorê Îran û Wanê bûye cihê gora penaberan. Em bang dewletên berpirsiyar dikin ku, prosedûrên penabertiyê yên zelal bi cih bînin.”   Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê, bi boneya Roja Penaberên Cîhanê daxuyanî da çepemeniyê. Daxuyanî li baroyê hat lidarxistin. Parêzer Jiyan Ozkaplan daxuyanî xwend û wiha  got: “Ji ber şer, zilm û pevçûnan, li cîhanê herî kêm 70 mîlyon kes bi darê zarokê ji cihên xwe hatin kirin û penaber bûne. Li cîhanê gelek sazî û mirovên ji bo penaberan xizmet dikin, dinava piştevaniyê dene û mafê penaberan diparêzin hene. Lê mixabitin dengê kesên wan hedef nîşan didin, hîn zêdetir derdikevin. Wisan bûye ku piştevanî û alîkariya penabean kirin, bûye sûc.”    EM BANG LI DEWLETÊN BERPIRSIYAR DIKIN   Ozkaplan, da zanîn ku îsal li ser sînorê Îran û Wanê cenazeyê 25 penaberan hatin dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji 25 penaberan 24 jê qerisîne û yek jî bi çekê hat kuştin. Ji 25 kesan tenê nasnameya 4 kesan hatin tespît kirin. Ji ber vê cenazeyê wan li goristana bê kesan hatin definkirin. Ev herêm bi taybetî di mehên zivistanê de, dibe cihê gora penaberan. Her sal li heman herêmê mirin pêk tên. Lê îsal vê trajediyê bi awayekê pir mezin xwe dubare kir. Em bal dikişînin ser şert û mercên penaberên jiyana xwe ji dest didin. Dewletên berpirsiyariya van mirinane, divê pêşiya rêyên bi hewle û qanûnî vekin. Em bang dewletên berpirsiyar dikin ku, prosedûrên penabertiyê yên zelal bi cih bînin.”