Di roja penaberan de gelê Dîlokê û penaberên Sûriye hev hembêz kirin 2019-06-20 09:51:10 DÎLOK -  Di Roja Penaberan a Cîhanê de gelê Dîlokê û penaberên Sûriye yên ji ber şer koçî Dîlokê kirine, bi şahiyekê hatin cem hev û hev hembêz kirin. Kebabvanê Dîlokî Habîp Ozçelîk diyar kir ku ji ber bi welatiyên Sûriye re dijî kêfxweş û bi rûmet e. Baklavanê Sûriyeyî Huseyin El Asaf jî anî anî ziman ku ji ber baklavayê Sûriyê dixe xizmeta gelê Dîlokê kêfxweş e.  Welatiyên Sûriyeyên yên ji ber şer ji Sûriye koçî Dîlokê bûn û welatiyên Dîlokê di roja penaberan a Cîhanê de hatin cem hev û hev hembêz kirin. Her çend li Dîlokê car caran di navbera welatiyên Sûriyeyî û Dîlokê de şer derdikevin jî di nava hev de dijîn û bêtir hev hembêz dikin. UNESCO di çarçoveya tora bajarê afirîner de navê Gastronomî li Dîlokê kiribû û pesnê pêjgeha Dîlokê dabû. Niha li gel pêjgeha Dîlokê tama pêjgeha Sûriye jî li Dîlokê zêde bû. Piştî tam û pêjgehên Dîlok û Sûriyeyê hatin cem hev, tamek cudatir û xweştir derket holê.    Osteyê Kebaba Dîlokê Habip Ozçelîk, diyar kir ku welatiyên Sûriye yên ji ber şer ji Sûriye hatin li Dîlokê bi cih bûn ji xwarina wan pir hez dikin û wiha got: "Welatiyên Sûriye ku ewil hatin Dîlokê zêde ji tûj hez nedikirin. Lê niha ji xwarina tuj jî hez dikin. Ew hatin vir fêrî zimanê me bûn, em jî fêrî erebî bûn. Li pêjgeha min bêtir welatiyên Sûriyeyî kar dikin. Di karê pêjgehê de welatiyên Sûriye jî bi qasî me serkeftî ne. Ez bi gelek osteyên kebaban ên Sûriye re xebitim. Ji ber ku ez û wan bi hevre xebatê dikim ez kêfxweş im."      MUŞTERIYÊ ME BÊTIR WELATIYÊN DÎLOKÊ NE   Midûrê pêjgeha Sûriyeyê Humam Kazaz jî anî ziman ku 5 salin li Dîlokê karê pêjgehiyê dike û wiha got: "Muşteriyê min ji sedî 35 welatiyên Dîlokê ne. Ji sedî 65 jî welatiyên Sûriyeyî ne. Ez tenê xwarina çand pêjgeha Sûriye çê dikim. Em li vir donerê Sûriye, lehmecûnê Helebê çê dike. Me li vir tam û pêjgeha Dîlokê û Sûriye aniye cem hev."    Welatiyê Efrînê Huseyin El Asaf, jî anî ziman ku hem şêraniyên çanda Dîlokê û hem jî şêraniyên çanda Sûriye anîne cem hev.