Ji ÎHD’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Divê hemû dewlet çareseriyê hilberînin 2019-06-20 13:42:00 ENQERE – ÎHD’ê diyar kir ku mafên wek perwerdehî, tenduristî û jiyanê yên 4 milyonên penaberên li Tirkiyeyê tên binpêkirin û got: “Em di serî de bang li Tirkiyeyê û hemû dewletan dikin ku ji bo çareserkirina trajediya mirovî bikevin tevgerê û çareseriyê hilberînin.”    Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî 20’ê Hezîranê Roja Penaberan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji ber şer însan ji bo xwe bigihînin cihên bi ewle ji ber sedemên aborî, polîtîk û jiyanê neçarin cihê xwe biguherînin û wiha hat gotin: “Em bawerin dê mafên mirovan bê parastin û li pêş xistin. Heke ev pêk were dê hejmara koçberiyê û penaberiyê kêm bibe û ji bo parastina aştiya cîhanê xizmet bike.”    ‘POLÎTÎKAYÊN AŞTIYÊ DÊ PIŞTEVANIYEK GIRÎNG PÊŞKÊŞ BIKE’    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkaya pêkanîna aştiya Tirkiyeyê dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn jî rolek girîng a piştevaniyê bileyîze û ji bo Tirkiye jî pêvajoya aştiyê saz bike û bi deh hezaran kesên terka welat kirine vegerin û hatina wan were hêsankirin.    4 MILYON PENABER LI TIRKIYEYÊ NE    Di daxuyaniyê de hat gotin li Tirkiyeyê ji nîsana 2019’an ve 3 milyon penaberên Sûriyeyê, 170 hezar penaberên Afgan, 142 hezar penaberên Iraqê, 39 hezar penaberên Îranê, 5 hezar û 700 penaberên Somalî û 11 hezar û 700 penaberên din û bi giştî 4 milyon penaber li Tirkiyeyê hene.    97 PENABER WINDA BÛN    Di navbera salên 2018-2019’an de li Tirkiyeyê 97 penaber noqî avê bûn û winda bûn û herî dawî jî di 17’ê hezîranê de li Bodrumê keştiya penaberan têde bûn noqî avê bû û 12 penaberan jiyana xwe ji dest dan.    JI BO ÇARESERIYÊ BANG LI DEWLETAN KIRIN     ÎHD’ê di daxuyaniyê de cih da pirsgirêkên binpêkirina mafên penaberan û wiha hat gotin: “Mafên pênaberan ên perwerdehî, tenduristî, jîngeha xebatê, çandî, civakî, seyahat tune tê hesibandin û cudakarî li wan tê kirin. Li fabrîka û atolyeyan ji aliyê taşeronan ve tên xebitandin û talûkeya mirin û birîndariyê zêde ye. Di şewata meha çile ya li Enaereyê de 5 penaberên ji Sûriyeyê û di meha hezîranê de di şewata fabrîkaya Kocaeliyê de 3 penaberên ji Sûriyeyê û penaberek ji Afganan jiyana xwe ji dest dan. Niha li Navenda Paş de Şandinê 14 hezar û 726 penaber hene. Li van navendan her tişt tê serê pênaberan û her cûre neheqî li wan tê kirin. Parêzer nikarin xwe bigihînin wan û ji rewşa wan agahdar nîn in. Em di serî de bang li Tirkiyeyê û hemû dewletan dikin ku ji bo çareserkirina trajediya mirovî bikevin tevgerê û çareseriyê hilberînin.”