Li Siwêregê hejmara girtiyan derket 5'an 2019-06-20 13:29:38   RIHA - Birayê parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol, Bulent Îzol û kurê Cîhan Îzol ku rojek berê hatibû girtin Ferman Îzol ku di komkujiya Siwêregê de cih girtibûn hatin girtin.    Di 15'ê Hezîranê de li gundê Çeltîk ê navçeya Siwêregê ya Rihayê ji ber gelemşeya li ser erdê  Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) ji aliyê ferdên malbata parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol ve hatibûn kuştin. Hejmara kesên ku ji ber ve komkujiyê bi sûcdariya "teşebuskirin û kuştina mirovan" hatin girtin derket 5'an. Piştî bûyerê birayê parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol, Cîhan Îzol û ji malbata hatin kuştin jî Mehmet Metîn Îzol ve Yûsûf Rojhat Îzol hatibûn girtin. Birayê din ê parlamenterê berê Bulent Îzol û kurê Cîhan Îzol, Ferman Îzol ku derbarê bûyerê de hatibûn binçavkirin jî hatin girtin. Hat ragihandin ku birayê din ê parlamenterê berê Cemal Îzol jî tedawî dibîne û piştî tedawiyê derkeve edliyeyê.    Li aliyê din hat hînbûn ku derbarê lêpirsîna ku 5 kes hatine girtin û kesek jî di bin çavan de ye biryara "veşartî" hatiye dayîn.