'Derbarê Zulfîkar Îzol ê AKP'î û birayên wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin heye?' 2019-06-20 12:39:42 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu bi vê pirsê "Derbarê Zulfîkar Îzol ê AKP'î û birayên wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin heye?" komkujiya Siwêregê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu komkujiya Siwêregê ku 6 kes têde hatibûn kuştin, bir rojeve Meslisê û têkildarî mijarê bidaxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Surucu di pêşnûmepirsa xwe de qala rengê pêk hatine bûyerê kir û û diyar kir ku bûyer ji pevçûnê wêdetir weke komkujî tê nirxandin.   Surucu di pêşnûmepirsa xwe de van pirsan ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kiriye;   *Wezareta we ji vê bûyera ku 2 jinên bêparastin jî têde hatine kuştin haydar e? Têkildarî vê mijarê daxuyaniyeke wezareta we heye, wê hebe?   * Têkildarî bûyerê kes hatiye binçavkirin û girtin? Têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin? Heke hatibe vekirin di kîjan astê de ye?   * Derbarê bûyera ku tê angaştkirin ku 17 salan berê pêk hatiye, tu dozek hatiye dîtin? Heke doz hatibe vekirin di encamê dozê de hikum hatiye dayîn?   * Tespîta kîjan çek, roja 15'ê Hezîranê di bûyera ku 6 kes hatin kuştin de, hatine bikaranîn, hatiye kirin? Peydakirina çekên ku di dîmen de xwanê dikin çawa hatiye kirin?   * Derbarê Zulfîkar Îzol ê AKP'î ku navê wî di bûyerê de derbas dibe û birayên wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin heye?   * Derbarê bûyera ku 17 sal berê pêk hatiye de dê lêkolîneke we ya ji bo tunekirin û reşkirina delîlan çêbibe?