Zilamê ku ji girtîgehê bi destûr derket 2 jin kuştin 2019-06-20 11:56:19   ÎZMÎR - Goksel Saglam ê ji girtîgehê bi destûr derket, çû mala xwe û hevjîna xwe ya berê Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akdog bi çekê kuştin.    Zilamê 47 salî Goksel Saglam ê ji girtîgeha servekirî bi destûr derket, li Taxa Koyîçî ya navçeya Çîglî ya Îzmîrê hevjîna xwe ya berê Habîbe Çevîk a 42 salî û xwişka Çevîk, Fatma Akdog a 39 salî bi çekê kuştin.     DU JIN KUŞTIN   Goksel Saglam ê wî û hevjîna wî ya berê Habîbe Çevîk hev berdabûn, ji ber sûceke cuda li Girtîgeha Servegerî ya Menemenê girtî bû. Saglam ê piştî demek kurt ji girtîgehê bi destûr derket, çû mala hevjîna xwe ya berê Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akdag bi çekê kuştin. Welatiyên ku dengê çekê bihistin û bûyer dîtin agahî dan ekîbên tenduristiyê. Ekîbên sewqî cihê bûyer hatin kirin, her du xwişk rakirin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku Akdag li cihê bûyerê û Çevîk jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Çevîk û xwişka wê Akdag piştî lêpirsîna dozger ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edelî ya Îzmîrê.    Hat diyar kirin ku Saglam ê piştî cînayetê reviya, bi çeka xwe ya sûc hat binçavkirin û li cihê bûyerê lêpirsîna hat destpêkirin.