Derbarê serokê TÎP'ê Baş de fezleke hat amadekirin 2019-06-20 11:43:09   ENQERE - Derbarê Parlamenterê Stenbolê û Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş de bi daxwaza rakirina destnedanê fezleke hat amadekirin.   Derbarê Parlamenterê Stenbolê û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş de bi daxwaza rakirina destnedanê fezleke hat amadekirin û ji Meclisê re hat şandin. Fezleke di 31'ê Gulanê de hat Komîsyona Lijneya Tevlihev ku ji endamên komîsyonên makeqanûnên û edaletê pêk tê. Bi vê yekê re hejmara fezleyekeyên ku ji bo daxwaza rakirina destnedayîna Baş hatine amadekirin û ji Meclisê re hatine şandin derket duduyan.