Altun ê 24 sal in girtîbû piştî biryara AYM’ê hat berdan 2019-06-20 11:21:14   AMED – Dadgeha Destûra Bingehîn darizandina Abdullah Altun a li DGM’ê ji ber bi adil pêk nehatiye di cih de nedît û Altun tahliye kir.    Parêzer Muslum Dalar ji bo miwekîlê xwe Abdullah Altun ê 24 sal in girtî ye di salekê de 10 caran serî li dadgeha bilind da û îtîrazî girtina miwekîlê xwe kir. Piştî îtîraza 10’emîn Altun hat berdan.    GIRTIYÊN HÎZBULLAHÊ JÎ HATIBÛN BERDAN   Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ku di 17’ê tîrmeha 2004’an de hat girtin endamê eskerî hebûn û mafê darizandina adil hatiye binpêkirin ji bo Altun biryar da û ji nûve darizandina Altun qebûl kir. Ji bo Altun ji nûve bê darizandin 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê her carê serlêdanê red dikir. Heman dadgehê berdana bi ser 50 girtiyên Hîzbullahê biryara AYM’ê ya ji bo Altun emsal dît û wî tahliye kir.    DADGEHA BILIND BIRYAR DA    Parêzer Muslum Dalar di 6’ê gulanê de di danişîna Abdullah Altun de daxwaza berdanê anî rojevê û piştî daxwaz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin serî li dadgehek bilindtir da. Dadgehê serlêdanê nirxand û biryara berdana Altun da.    Altun duh di saetên êvarê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat berdan û li gel parêzerê xwe çû cem malbata xwe ya li navçeya Rezana Amedê.    TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ BI SALAN DEWAM KIR    Di 3’ê hezîrana 1999’an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê heta hetayê yê girankirî li Altun birî. Dadgeha Bilind cezayê Altun erê kir. Parêzerên Altun li dijî biryarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan. DMME’yê serlêdanê qebûl kir û hikum kir ku mafê darizandina bêalî û serbixwe yê Altun hatiye binpêkirin û ji bo binpêkirin ji holê rabe biryara ji nûve bê darizandin da. Li ser vê biryarê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 10’ê tîrmeha 2013’an de daxwaza darizandina Altun red kir.  Vê carê Altun di 4’ê adarê 2014’an de bi awayek takekes serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.