Doza Rojnameger Keleş û Aslan sibê ye 2017-11-20 11:13:12 WAN – Rojnameger Selman Keleş û Arif Aslan ên 8 meh berê hatin girtin dê sibê yekem car derkevin pêşberî dadgehê.  Rojnameger Selman Keleş û Arîf Aslan, di 20'ê Adara 2017'an de hatin binçavkirin û di 31'e Adara 2017'an de hatin girtin. Nûçegîhanê Ajansa dihaberê Selman Keleş û rojnameger Arif Aslan ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" hatin girtin, sibê yekem car derdikevin pêşberî dadger. Rojnameger Keleş û Aslan, dê sibê saet di 13.00'an de li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê derkevin pêşberî dadger.      Keleş û Aslan, 8 meh berê dema wêneyên blokên betonê yên li pêş Şaredariya Wanê ku Qeyûm hat dayînkirin dikişandin hatin binçavkirin. Keleş û Aslan 8 mehin li Girtîlgeha Tîpa T a Wanê tên girtin. Parêzer û malbatan bang li her kesî kirn ku tev li rûniştina doza Keleş û Aslan bibin.