Li dijî Buroya Hiqûqê ya Gel operasyon: 7 binçav kirin 2019-06-20 10:32:47   STENBOL - Di operasyona li dijî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel de, 4 jê parêzer 7 kes hatin binçavkirin.    Li Stenbolê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin, 4 jê parêzer 7 kes binçav kirin. Buroya Hiqûqê ya Gel li ser hesabê xwe yê Twîtterê operasyon ragihand.  Polîsan di serdegirtinê de, parêzerê Ebrû Tîmtîk, Ayşegul Çagatay, Gorkem Agdede, Nadîde Ozdemîr, sekretera buroyê Gulser Sarigul, Kamîl Kayir û Ozhan Aslan binçav kirin.    'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE YA EDALETÊ BERNEDIN'    HHB’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev parvekirin kir: “Daraza ku ji bo Feyzîoglû li çepikan dixe, fêkî dide. Di serdegirtina Buroya Hiqûqê ya Gel de parêzerên me Ebrû Tîmtîk, Ayşegul Çagatay, Gorkem Agdede û Nadîde Ozdemîr, birayê hevalê Ozhan Aslan, sekretera buroya me Gulser Sarigul û muwekîla me Kamîl Kayir hatin binçavkirin.   Hûn çiqas dixwazin bi binçavkirin û girtinê me tehdît bikin, emê serî netewînin û teslîm nebin. Emê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Hewl didin me bi girtin û binçavkirinan têk bibin. Ji ber vê êrîşî qadên jiyana me dikin. Hirsa me dê mezintir bibe, emê dîsan xwe kom bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”   Nehat zanîn ku kesên binçav kirî bibin ku derê.