Bavê birayên Yildirim: Sûcdar hatin xelatkirin 2019-06-20 09:58:59 ŞIRNEX - Parêzer biryara beraat û birîna cezayê bi pereyan a polisên ku li Silopyayê bûn sedema mirina birayên Mûhamed û Fûrkan Yildirim dê îttîraz bikin. Bav Mesût Yildirim bi van gotinan "Xelateke mezin dane sûcdaran. Ji wan re hatiye gotin, 'wiha dewam bikin, hûn di rêya rast de ne'." bertek nîşanî biryarê da. Li navçeya Silopya ya Şirnexê di 3'ê Gulana 2017'an de panzerek ket mala birayên Mûhamed (7) û Fûrkan (6) Yildirim û bû sedema mirina wan. Rûniştina biryarê ya doza polisê ajokarê panzêrê Omer Yegît û serbaz Mûrat Maden ku Yegît peywirdar kiribû, duh li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê hat dîtin. Dadgehê ji ber ku sûcê "Bi qusûr bûye sedema mirinê" kiriye 2 sal û mehek ceza li bersûc Yêgît ku di rûniştina yekemîn de tehliye bûbû birî. Dadgehê vî cezayî wergerand 19 hezar TL'yî. Dadgehê derbarê serbaz Maden ku bi heman sûcdariyê dihat darizandin jî biryara beraatê da. Balkêş e dadgehê serlêdana sûc a dozgeriyê ya ji bo kesên din ên berpirsyar ku navê wan di dosyayê de heye paşguh kir.    DÊ BIRYAR BÊ ÎTÎRAZKIRIN   Hat hînbûn ku dê parêzerên malbata Yildirim ji bo îtîrazê serî li dadgeheke bilindtir bidin. Bav Mesût Yildirim ku tevlî hemû rûniştinên dozê bûye û piştî biryara di rûniştina dawîn de hat dayîn bi van gotinan "tenê maye nîşane bi sûcdaran ve bikin" bertek nişanî biryarê dabû jî diyar kir ku biryara berdewama bêedaletiyê ye. Yildirim da zanîn ku xelateke mezin dane sûcaran û wiha got: "Ji sûcdaran re hatiye gotin ku wiha dewam bikin, hûn di rêya rast de ne. Biryara hatiye dayîn me matmayî nehişt. Em difikirîn ku dê encamek baş derxin da ku hin zarokên din ên bêguneh neyên kuştin. Têkoşîna me ji bo vê yekê bû. Di dadgehê de careke din bi heman êşê re rû bi rû mam."   MA / Gokhan Altay