Ji bo neyên binçavkirin xwe li Newala Qoriyê veşartin 2019-06-20 09:29:02 MÊRDÎN – Hat zanîn ku 2 welatiyên di pevçûna li Newala Qoriyê de qewimî û di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, demek beriya niha bi ser mala wan de hatiye girtin û ji bo neyên binçavkirin xwe li herêmê veşartine.    Li Newala Qoriyê (Cehenem Deresi) ya dikeve navbera navçeya Kerborana Mêrdînê û navçeya Hezexa Şirnexê di 16’ê hezîranê de esker derketibûn operasyonê û di navbera wan û endamên HPG’ê de pevçûn qewimîbû û helîkoptêran herêm bombebaran kiribû.    Di pevçûnê de eskerek payebilind jiyana xwe ji dest da. Wezareta Karê Hundir îda kiribû ku 8 endamên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane û tenê nasnameya 2 kesan eşkere kiribû. Wezareta derbarê kesên din de daxuyanî neda û agahî parve nekiribû.    HER DU SIVÎL JÎ HEVALÊN HEV NÊZ IN   Ramazan Toksoy ê bavê 5 zarokan û Abdulsamet Akgul ku ji aliyê wezaretê ve wek endamên HPG’ê hatin nîşandan cenazeyê wan pêr êvarkî li gundê Wersîkê ya girêdayî Kerboranê hat veşartin. Malbatan duh ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û gotibûn cenaze nedihatin naskirin û her du kes jî sivîl in û di heman demê de her du jî hevalên hev nêz in.    JI BO NEYÊN BINÇAVKIRIN XWE VEŞARTINE    Derbarê her du kesan de agahiyên nû hatin bidestxistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; beriya Cejna Remezanê derbarê Toksoy û Akgul lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara girtina wan hatiye dayîn. Eskeran bi ser mala her du welatiyan de digirin û ji ber ne li mal in nayên binçavkirin. Ji bo detayên lêpirsînê fêr bibin piştî cejnê biryar digirin xwe veşêrin. Toksoy û Akgul ji bo binçavkirinek muhtemel pêk neyê û xwe biparêzin bi şev li şikeftek Newala Qoriyê xwe parastine. Her du welatî di vê demê de bi roj diçin gund karên xwe dikin.    WEZARET DIZANE KU HER DU WELATÎ SIVÎL IN    Roja 16’ê hezîranê operasyon dest pê dike û li cihê Toksoy û Akgul lê ne pevçûn derdikeve. Di pevçûnê de serpelek cendirmeyan Şafak Evran jiyana xwe ji dest dide û li ser vê yekê li herêmê operasyona hewayî tê destpêkirin. Piştî ku pevçûn giran dibe Toksoy û Akgul li cihê xwe veşartine dixwazin ji wir dûr bibin û di vê kêliyê de bombebaran destpê dike. Di encama bombebaranê de Akgul û Toksoy jiyana xwe ji dest didin.    Wezaretê têkildarî pevçûnê daxuyanî da. Ancak navê her du welatiyên sivîl di daxuyaniyê de cih negirt. Hat îdakirin ku ji ber her du welatî sivîl in wezaretê di daxuyaniya xwe de cih nedaye wan.    NASNAMEYA CENAZEYÊN DIN EŞKERE NEBÛNE    Li aliyê din cenazeyên kesên din ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin û derbarê cenazeyê wan de hêj hûrgulî nehatine parvekirin.