Ji kuçeyên dîrokî yên Sûrê heta nava dîwaran çîroka azadîxwazekî: Zulkuf Gezen 2019-06-20 09:12:29 AMED - Zulkuf Gezen ku li dijî tecrîdkirina Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîbû, li kuçeyên dîrokî yên Sûrê hatibû dinê, li van kuçeyan mezin bibû û ji bo bibe mamsoteyê muzîkî têdikoşiya, lê belê xeyala wî pêk nehat. Dayik Havva Gezen, bilêv kir ku kurê wê ji bo azadiya gelê kurd dawî li jiyana xwe aniye û got: "Divê em Zulkufan ji bîr nekin."    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê ku ji aliyê Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve hatibû destpêkirin, di roja 200'î de bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibûe. Piştî Guvenê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, di demeke kurt de grev li tevahiya girtîgehan belav bibû û paşê hin girtiyan çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirinê. Di dema çalakiya greva birçîbûnê de 7 girtî jî ji bo tecrîdê prostesto bikin dawî li jiyana xwe anîbûn.    LI KUÇEYÊN SÛRÊ MEZIN BÛ    Ewilî Zulkuf gezen li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê dawî li jiyana xwe anîbû. Gezen, di 17'ê Adarê de dawî li jiyana xwe anîbû. Çîroka Gezen li Sûrê dest pê dike.    Malbata Gezen di salên 1940'î de ji navçeya Gêl a Amedê koçî navçeya Sûrê ya Amedê dike. Zulkuf Gezen jî, di 28'ê Tebaxa 1987'an de li li Taxa Fatîhpaşa ya Sûrê tê dinê û heta roja tê girtin jî li kuçeyên Sûrê mezin dibe. Gezen, di zarokatiya xwe de tim diçe ber Çemê Dîcleyê û masiyan zevt dike. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Sûr kuta dike.    Piştî lîseyê kuta dike, ji bo di warê aborî de aliyê malbata xwe bike di dermanxaneyekê de dixebite. Dema li dermanxaneyê dixebite bi muzîkê re jî eleqedar dibe û dixwaze bibe mamosteyê muzîkê. Li ser vê Gezen li Dîlokê dikeve azmûna muzîkê û bis er dikeve. Lê belê ji ber labaratowara ku lê ket azmûnê ew negirt xiyala wî nîvco dimîne. Lê Gezen dev ji vê xiyala xwe bernade û diçe kursan û li kursan hînî gîtar û tembûrê dibe.    XEBATÊN CIWANA    Paşê Gezen li Sûrê daxilî nav xebatên ciwana dibe. Di 28'ê Adara 2006'an de li Amedê tev li xwepêşandana dibe. Ji ber xebatên xwe yên ciwana di navbera 2005-2007'an de du caran tê girtin û her carê 40 rojî di girtîgehê de dimîne.     109 SAL CEZA LÊ HAT BIRÎN    Di 10'ê Cotmeha 2007'an de li semta Balikçilarbaşiyê ya Sûrê êrîşek diqewime. Di vê êrîşê de polîsek dimire û 2 jê polîs 6 kes jî birîndar dibin. Ji ber vê êrîşê Gezen tê girtin û cezayê muebeta giran û 109 sal û 6 meh ceza lê tê birîn. Gezen, 3 salan li Girtîgeha Amedê, 2 salan li Girtîgeha Gîresûnê, 2 salan li Girtîgeha Enqereyê û herî dawî jî li Girtîgeha Tekirdagê dimîne.    DAYIK GEZEN: TENÊ ZAROKATIYA WÎ BÛ NESÎBÊ MIN    Dayik Havva Gezen û bav Şehmûz Gezen, li Goristana Yenîkoyê li ser gora Gezen behsa kurê xwe kirin. Dayik Gezen ku bi gotina "Zarokê min ê şirîn bû" dest bi axaftina xwe kir, got: "Min pir jê hez dikin. Pir qîmet dida mirovan, hevalên xwe. Tu carî neheqî qebûl nedikir. Gezek nanê wî jî hebûna bi hevalên xwe re parve dikir. Em pri li cem hevdu neman. Tenê zarokatiya wî bû nesîbê min."    Dayik Gezen, anî ziman ku kurê wê li ser dîroka krudan hûr dibû û tim ji derdora xwe re jî digot lêkolînan bikin.    12 SALÊN GIRTÎGEHÊ    Dayik Gezen, bilêv kir ku kurê wê Gezen 12 salan di girtîgehê de maye û ew jî 12 salan çûye ber deriyê girtîgehan û got: "Ez dayik im, ez pê serbilind im. Dayikek naxwaze tiliya zarokên wê jî xwînî bibe. Ji bo dayikekê pir zehmet e, lê em pê serbilind in. Pê şanaz in."   Dayik Gezen, bal kişand ser hevdîtina xwe û kurê xwe Gezen a bi telefonê ya dawî ûg ot: "Min jê neprisî ka ketiye greva birçîbûnê ya na. Min qêmîşî wî nekir. Tim ji min re digot 'anne', lê di axaftina me ya dawî de got 'dayê.' Got, 'Dayê ez bi qurbana dayika xwe me.' Min jî got, 'xwedê neke kurê min, ez bi qurbana we bim.' Lê min fêm nekirbû ku xatir ji min dixwaze."    'DIVÊ EM ZULKUFAN JI BÎR NEKIN'    Dayik Gezen, anî ziman ku kurê wê Gezen ji bo azadiya gelê kurd dawî li jiyana xwe aniye û got: "Zarokên me jib o gelê xwe, ji bo rêberê xwe dawî li jiyana xwe anîn. Divê kurd xwedî li vê berxwedan birûmet derkevin. Divê em Zulkufan ji bîr nekin."    Bav Şehmûz Gezen jî, got: "Wexta hat girtin û çûm girtîgehê min bi xwe nikaribû û giriyam. Li ber dilê min dida û digot 'hevalên min ên gorên wan tune ne jî hene, lê ez li vira me.' Pir ji gelê xwe hez dikir. Tim ber dilê me xweş dikir, hêz û quwet dida me."    Gezen, diyar kir ku tenê xiyaleke kurê wî hebû ew jî jiyaneke azad bû û got: "Bila serê Birêz Abdullah Ocalan, serê gelê kurd sax be. Em ê şopdarê têkoşîna Zulkuf bin. Divê gelê kurd vê têkoşînê bilind bike û xwedî lê derkeve."     MA / Ozgur Paksoy-Mehmet Şah Oruç