Koçeran berê xwe dan zozanên Serhedê 2019-06-20 09:10:45 COLEMÊRG - Bi hatina havînê re koçerên li Botan û Xerzanê, berê xwe didin zozanên li Colemêrg û Serhatê. Koçeran diyar kirin ku heta qedexeyên zozanan dewam bikin, wê şert û mercên ji bo jiyanê jî nemînin û xwestin qedexeyan rakin.  Bi hatina havînê re, koçerên li herêma Botan û Xerzanê berê xwe didin zozanên li Colemêrg û Sehatê. Malbata Goçer û Yalçinê ku pezên xwe bi wesayîtan ji Sêrt û Êlihê anîn zozana gundê Dêzê yê Colemêrgê, wê 3 mehan li vira bimînin.  Koçeran, diyar kir ku ji ber germahiya li Botanê wan heywanên xwe anîne vira û bal kişandin ser polîtîkayên ewlehiyê yên li herêmê û şert û mercên xwezayê.  Zekî Goçer, bilêv kir ku koçerî awayekî zehmet ê jiyanê ye, lê dîsa jî ew li ber xwe didin. Goçer, got: "Em ji Sêrtê hatine vira. Ji ber Sêrt pir germ e, em nikarin îdare bikin. A rast xwedîkirina heywanan pir zehmet e. Her wiha heta em tên vira jî em pir zehmetiyê dikişînin. Li zozanên vira jî prisgirêk hene. Her der qedexe ye. Eger qedexeya ji bo zozanan dewam bike em ê ji mecbûrî heywanên xwe bifiroşin. Eger wisa bibe jî wê şert û mercên jiyanê jî nemînin."    Suheyl Yalçin jî got: "Em ji Êlihê hatine vira. Em di serê Hezîranê de tên û heta Îlonê li vira dimînin. Em debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Zivistanê em li cihê lê dimînin erd kirê dikin û heywanên xwe li wira xwedî dikin û havîna jî em tên zoanan kirê dikin."    DIVÊ SEWALVAN BÊN DESTEKKIRIN    Yalçin, anî ziman ku li herêma wan heywan pir in û bi piranî zilam heywanan didoşin û penêr û şîrê xwe difiroşin. Yalçin, bilêv kir ku li welat şîr û penêr pir biha ye û got, sedema vê jî nedestekkirina sewalvanên herêmê ye. Yalçin, diyar kir ku goştê tê îthalkirin û yê li vira ne wekhev e û got: "Heywanên li vira li çiyayan digerin û tên xwedîkirin. Lê ên li der ve bi êmên sunî tên xwedîkirin û goştê wan ne bi tahm e. Ji bo ev yek bi dawî bibe tenê rêyek heye ew jî divê dewlet destekê bide sewalvana."    QEDEXEKIRINA ZOZANA    Yalçin, bilêv kir ku her sal bi awayekî cuda zozan tên qedexekirin û got: "Her sal zozan û mrêg tên qedexekirin. Ji ber vê koçer di rêyên qedexekirî de tên. Ji ber her der hatiye qedexekirin koçer jî nikarin hejmara heywanên xwe zêde bikin. Çimkî ji ber van qedexeyan em nizanin wê çi bibe."    Hayal Yalçin jî bilêv kir ku jiyaneke wan a zehmet heye û got: "Em her roj şîrê tê dotin dimeyînin û penêr çêdikin. Ligel vê em karê malê jî dikin. Di dema çêrandina heywanan de em alî zilaman jî dikin û ligel vê em nan çêdikin, êzingan berhev dikin û xwarinê jî çêdikin."    MA / Hamza Gunduz