ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-20 09:00:26 * Meclîsa Jina ya HDP'ê ya Stenbolê, ji bo hilbijartina Stenbolê bang li hemû jina kir û got: "Dengê xwe bi kar bînin û bibin muşahît û xwedî li vîna xwe derkevin."  * 100 melayên kurd ên ji bajarên cuda hatin, ji bo Namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû bi ser bikeve, derî bi derî digerin.    * Bi hatina havînê re koçerên li Botan û Xerzanê, berê xwe didin zozann li Colemêrg û Serhatê. Koçeran xwest dwlet destekê bide wan û gotin heta qedexeyên zozanan dewam bikin, wê şert û mercên ji bo jiyanê jî nemînin.    * Hilbijêrên Stenbolê diyar kirin ku wê dengên kurdan careke din encama vê hilbijartinê diyar bike û gotin: "Wê AKP nikaribe Stenbolê bi dest bixe."    * Zulkuf Gezen ku li dijî tecrîdkirina Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîbû, li kuçeyên dîrokî yên Sûrê hatibû dinê, li van kuçeyan mezin bibû û ji bo bibe mamsoteyê muzîkî têdikoşiya, lê belê xeyala wî pêk nehat. Dayik Havva Gezen, bilêv kir ku kurê wê ji bo azadiya gelê kurd dawî li jiyana xwe aniye û got: "Divê em Zulkufan ji bîr nekin."    * Yuksel Genç, rola kurdan a di hilbijartina Stenbolê de nirxand û got: "Kurd, wê xwedî li Îmamoglû ku neheqî lê hatiye kirin û vîna hatiye xespkirin derkevin."    * Hat zanîn ku 2 welatiyên di pevçûna li Newala Qoriyê de qewimî û di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, demek beriya niha bi ser mala wan de hatiye girtin û ji bo neyên binçavkirin xwe li herêmê veşartine.   * Danişîna doza rojnamegerên Cumhuriyetê Alîcan Uludag û Duygu Guvenç wê li 2'emîn Dadgeha Stenbolê ya Asliye Ceza bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza Rojnameger Canan Coşkun wê li 40'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê bê dîtin. (10.50)   * Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akin li 28'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê wê bi minasebeta 20'ê Hezîranê Roja Penaberana Cîhanê li Taksimê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, wê li Otela Hill a Taksîmê bi rêxistinên elewiyan re bên cem hev. (18.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê wê li Navçeya Ataşehirê ya Stenbolê li Parka Deniz Gezmiş şahiyekê li dar bixin. (19.00)