Dadgehê cezayê zarokan xera kir 2017-11-20 10:09:00 AMED - 3 ji wan girtî 11 zarokên ji Sûrê hatibûn derxistin, bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" dadgeha herêmî bi giştî 36 sal ceza dabû zarokan û Dadgeha Edliyeya Herêmê ya  Dîlokê ceza xera kir. Dadgehê da zanîn ku cezayê li zarokan hatiye birin, ne qanûnî ye û bi hincetên wekî nivîsên têrneker ceza li zarokan hatiye birîn, ev jî teqes wekî sedema xirabkirina ceza dît. Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, 104 rojan qedexeyê dewam kir. Di navbera 3-7'ê Gulana 2016'an de korîdora jiyanî hatibû vekirin 11 zarok ji navçeyê derxistibûn û piştre dadgeha herêmê der barê wan de bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" 3 ji wan girtî li 11 zarokan 36 sal ceza birîbû. 4'emîn Dayareya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê (BAM), biryara ceza bi esasî xera kir û şand dadgeha herêmî. Piştî darizandina salekî, Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê, di 6'ê Hezîranê de biryara xwe aşkera kir, li 11 zarokên temenê wan 12 û 17 salî bi giştî 36 sal 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê birî. Dadgehê xwest 3 zarokan girtî, girtina wan dewam bike. Dadgehê di biryara xwe de aşkera kiribû ku zarokên li Sûrê hatine derxistin, li ser cilên wan bermahiyên teqemeniyê hene, ji ber vê îhtimala tev li şer bûne, ji ber vê ceza li zarokan biribû. Dîsa di laşê F.Y. yê 16 salî de 5 parçeyên şarapnelê hatibûn derxistin û ev jî wekî "delîla" sûc dîtibû. Ji ber vê 4 sal 5 meh û 10 roj ceza li F.Y. birîbû.   ‘DI DOSYAYÊ DE DELÎL TUNE’    Parêzerên zarokan, bi hinceta biryar dadgeha herêmî li dijî qanûn û ûsilê ye biribûn Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê. 4'emîn Dayreya BAM'ê biryara îstinafê lêkolîn kir, biryara dadgeha herêmî bi esasî xirab kir, ji bo li ser dosyaya dozê ji nû ve hûrnêrîn bê kirin dosya dîsa şand dadgeha herêmê. Di biryarê de hat destnîşankirin ku zarokên li Sûrê hatine derxistin, gelo van li dijî leşker û polîsan sûç kiriye, an alîkarî daye kesên êrîşê leşker û polîsan kirine, an na tiştek şênber nehatiye dîtin.   ‘BIRYAREK NE QANÛNÎ HAT DAYÎN’   Di dewama biryarê de hat diyarkirin ku divê lêkolînên der barê zarokan de bê kirin, ka zarok tev li çalakiyan bûne, li noqteyên nobedê nobed girtine an na, divê bi berfirehî bê lêkolînkirin, sûcên der barê zarokan de bên tespîtkirin û bi doza li dadgehê tên dîtin ve bê zeliqandin. Li gorî encama ku xwe gihandinê, gelo li dijî dewletê sûc kirine an na, li cih de bê birêvebirin, rewşa hiqûqî ya zarokan li gorî takdîr û tayînî bê şopandin û bi biryareke ne qanûnî û bi nivîsandina kêmayî biryar hatiye dayîn û ev jî wekî biryareke ne qanûnî şîrove kir. Her wiha Parêzeran xwest dema girtina zarokên bi navê O.S. û M.Ç. li ber çavan bê girtin û serbest bên berdan, lê dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir.   DER BARÊ DOZÊ DE   Li navçeya Sûrê 104 rojan şer dewam kiribû û 11 zarok di 3'yê Gulana 2016'an de di "Korîdora jinanê" de hatibûn derxistin. Zarok dema hatibûn binçavkirin, polîs û leşkeran bi dijwarî zarok îşkence kiribûn. 11 zarokên sewqî dadgehê kiribûn 3 ji wan hatin girtin. Serdozgerê Komarê yê Amedê bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" ji 11 zarokan re heta 10 salan ceza xwestibû. Di îdianameyê de wêneyên teşhîsa zarokan wekî "delîl" dabûn nîşan, zarokên ji bo zikê xwe têr bikin ketibûn malan, wekî ku "dizî kirine" dabûn nîşan. Doza li Dadgea Cezayê Giran a Zarokan a Amedê salekî berdewam kir, daxwaza zarokan û parêzeran a berfirehkirina dozê hatibû redkirin.   Dadgehê di 6'ê Hezîranê de biryara xwe aşkera kiribû, kesên bi navê M.F.D., S.K., F.B., M.S.K. û A.A. bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" 2 sal û 6 meh cezayê wan paşve xistibû. Dadgehê bi îdiaya zarokên bi navê R.A., R.H. û Ş.A. "endamên rêxistinê ne" 3 sal û 4 meh, li F.Y. û M.Ç. 4 sal 5 meh û 10 roj, li O.S. 5 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê bi giştî li 11 zarokan 36 sal 8 meh û 20 roj ceza birî, 3 zarokên 17 in girtî ne, nehatin tahliye kirin.