Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’ 2019-06-19 16:51:02   STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bi rewşenbîran re civiya û got: “Bi daxuyaniyên Ocalan re teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’ bi hêz bûye.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî bi akademîsyen û rewşenbîran re li navçeya Beyoglu ya Stenbolê li otelekê civîn li dar xist. Gelek rewşenbîr û akademisyen, parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê, Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli beşdarî civînê bûn.    Di civînê de ewilî Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay axivî û got pêdiviya wan bi îtîfaqa demorkasiyê heye.    ’23 HEZÎRANÊ XURTTIR XUYA DIKE’    Hevserok Sezaî Temellî jî da zanîn ku civîna li gel rewşenbîran ji bo wan gellek girînge û behsa xebatên hilbijartina Stenbolê kir. Temellî got 23’ê Hezîranê ji niha ve bi teşe bûye. Temellî diyar kir ku ji bo têkçûyîna AKP-MHP’ê divê her kes dengê xwe bide Ekrem Îmamoglu. Temellî anî ziman ku atmosfera 23’ê Hezîranê dide xuyakirin ku dê beşdariya hilbijartinê niha ji hilbijartina 31’ê Adarê derbas bike û baştir xuya dike.    ‘TIRKIYE JI DEMOKRASIYÊ DÛR DIBE’    Temellî bal kişand ser binpêkirina mafan a 4 salên dawî û her roja ku diçe behiqûqî zêdetir dibe û Tirkiye her ku diçe ji demokrasiyê dûr dibe.    ‘PEYAMÊN OCALAN TEZA ME BI HÊZ KIR’    Temellî da zanîn ku hatina ba hev gellek girîng e û got: “Avakirina îtîfaqa demokrasiyê hewcehiye. Ji bo bloka demokrasiyê lazime hemû dînamîk bikevin tevgerê. Tirkiye dê nikaribe 4 salên din wisa birêve biçe. Pêdiviya lezgîn a Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye. Carek din li Îmraliyê li gel Birêz Ocalan hevdîtin pêk hat. Hatina dengê muzakereya demokratîk, lihevkirina civakî û aştiya civakî ji Îmraliyê hat û gihîşt gelê kurd, ev yek jî teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’ bi hêz dike.”    Piştî axaftina Temellî civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.