Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin 2019-06-19 16:20:02 STENBOL - Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan di çarçoveya xebatên hilbijartina Stenbolê de bi karkeran civiya û got: “Piştî biryara YSK’ê Şaredariya Stenbolê ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin.”  Partiyên siyasî li Stenbolê lez dane xebatên hilbijartina Setenbolê. HDP ku ragihandibû dê piştgiriyê bide Namzetê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo vê yekê bi şev û roj dixebite û bang li hilbijêrên xwe dikin ku biçin ser sindoqan.     Di çarçoveya xebata hilbijartinê de Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr û xebatkarên partiya xwe re çûn Atolyeya Tekstîla Sultançîftlîgî ya li navçeya Sultangaziyê û karkeran ziyaret kirin. Kurtulan karkeran yek bi yek silav kir û bi karkeran re sohbet kir. Kurtulan bal kişand ser rewşa karkeran û got li Tirkiyeyê hilberandin sekiniye. Kurtulan behsa çima ew ji bo hilbijartinê destekê didin Îmamoglu ji karkeran kir.    'DI HEMAN DEMÊ STENBOL JÎ BAJAREK KURDAN E’    Kurtulan da zanîn ku bi awayek dij hiqûqî hilbijartina Stenbolê hat betalkirin û niha Stenbol ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Kurtulan anî ziman ku her cihek ku qeyûm birêve dibe di hedefa partiya wan de ye ku rizgar bikin û got: “Stenbol jî di hedefa me de ye. Em li dijî biryara neheq a YSK’ê têdikoşin. Vîna gelên Stenbolê hat xespkirin û niha bi qeyûm tê birêvebirin. Di heman demê de Stenbol jî bajarek mezintirîn ê kurdan e. Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin.”    NAVÇE BI NAVÇE BANGA ÇÛYÎNA SER SINDOQAN DIKIN   Li aliyê din li HDP’ê li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece û Kadikoyê xebatên hilbijartinê birêve bir û esnafan ziyaret kir. Rêveberên HDP’ê bi welatiyan re sohbet kirin û ji bo demokrasî û aştiyê her kesî vexwendin ku roja 23’ê Hezîranê biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derkevin.    Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Selîm Sadak û xebatkarên HDP’ê li Silîvriyê xebata hilbijartinê birêve birin û banga xwedî derketina hilbijartinê li esnaf û welatiyan kirin.