Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn 2019-06-19 15:39:00 ŞIRNEX – Danişîna biryarê ya Doza Panzêrê aht dîtin. Dadger li Omer Yegît ê panzêrê diajot 2 sal û mehek ceza birî û bersûcê din Murat Maden jî berat kir.  Danişîna biryarê ya doza polîs Omer Yegît û Murat Maden ên li navçeya Silopiya Şirnexê panzêrê li Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev qelibandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu, Hevşaredarê Silopiya Suleyman Şavluk, bavê her du zarokan Mesut Yildirim, parêzerên endama baroyên Şirnex, Amed û Bursayê û gellek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî danişînê bûn.    ‘TU CEZA ZAROKÊN MIN CAREK DIN NAYNE’    Di danişînê de her du polîs jî amade bûn û danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Bersûc Omer Yegît parastina xwe kir û wek her danişînên din dîsa xwe parast.    Bavê zarokan Mesût Yildirim jî da zanîn ku tu ceza dê zarokên wî paş ve neyne û got: “Ji bo êşa me kêm bibe û ev bûyer bên qedandin dixwazin biryarek adilane bê dayîn.”    Dozger mutala da û ji sûcê “biqisûr bûne sedemê mirinê” ji her polîsek re ji 2 salan heta 15 salan ceza xwest. Dozger xwest derbarê bepirsyaran de jî giliyê sûc bê kirin.    Parêzeran jî parastina malbata Yildirim kir û xwestin sûcdar bên cezakirin û cezayek adil bê dayîn.    Pişt re her du bersûc axivîn û xwe wek her carê parastin.    Dadger navber da danişînê û pişt re biryara xwe eşkere kir. Dadger polîsê sûcdar Murat Meden berat kir û tenê 2 sal û 1 mehek cezayê hepsê li polîsê sûcdar Omer Yegît birî. Lê dadger cezayê Yegît veguherand cezayê pereyê 19 hezar TL'yî. Bi vê biryara cezayî re dê Yegît nekeve hepsê.   Piştî biryarê parêzerên malbata Yildirim bertek nîşanî dadgehê dan û gotin: “Ew mabû ku madalyayan bixin stûyê wan.”