HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin 2019-06-19 15:09:51   ENEQRE - HDP'ê xwest ku 23 endamên Meclîsa Ciwanan ên di 17'ê Hezîranê de hatin binçavkirin tavilê bên berdan.   Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê 23 endamên Meclisa Ciwanan ên li Edenê hatin binçavkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Başaran, bal kişand ser zextên li dijî ciwanan û got: "Polîtîkayên zext û teslîm girtinê yên tifaqa AKP-MHP'ê li her qadê didomin. Herî zêde jin û ciwan dibin hedefa van polîtîkayan."   Başaran bi bîr xist, roja Duşemê li Edeneyê 23 ciwanên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, bûn hedefa tundiya polîsan û wiha pê de çû: "Divê were zanîn ku êrîşên li dijî ciwanan û mûxalîfan wê ti encamê bi xwe re neynin."   Başaran diyar kir, ciwan wê li hemberî van êrîşan paşve gav neavêjin û got, "Êrîşên li derveyî aqil ên li dijî Meclîsa me ya Ciwanan divê tavilê bi dawî bibin û endamên me yên Meclîsa Ciwanan tavilê bên berdan."   Halkların Demokratik Partisi (HDP) Hukuk ve İnsan Hakları Komisyonu Sözcüsü ve Batman Milletvekili Ayşe Acar Başaran, geçtiğimiz günlerde Adana’da yapılan operasyon kapsamında gözaltına alınan 23 Gençlik Meclisi üyelerine ilişkin yazılı açıklama yaptı.