Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e 2019-06-19 15:04:24   RIHA – Dîlan û Yekbûn Îzol ên ku Birayê Parlamenterê AKP'ê Zulfîkar Îzol, Cîhan Îzol û zilamên wî bi çekan bi ser gundê wan de girt û dayik û bavê wan Hakki û Zozan kuştin, diyar kirin ku ev zilm 17 salin didome û heta niha dewletê ew qet neparastine. Dîlan Îzol, anî ziman ku rojek berî êrîşê cendirmeyan bi ser mala wan de girt û li malê lêgerîna çekan kir. Dîlan Îzol ji partiyên siyasî alîkarî xwest.    Di 15'ê Heziranê de li Gundê Çeltîkê ya Navçeya Sîwerega Rihayê xizmên Parlamenterên AKP'ê Zulfîkar Îsol bi ser malbatek Îzol de girtin û ji malbatê 4 kes kuştin. Di komkujiyê de dayik Zozan Îzol (41), bav Hakki Îzol (55), Meral Îzol (41) û xwendekare zanîngehê Mûsa Serhat Îzol (22) di êrîşa çekdarî de hatin kuştin. Mehmet Metîn Îzol û Yûsuf Rojhat Îzol bi biranî birîndar bûn. Yekbûn Îzol a 22 salî û Dîlan Îzol a 24 salî ku bûn şahidê komkujiyê diyar kirin ku 17 salin li ser wan zilm heye. Dîlan û Yekbûn ji Lêkolînerê Kurd ê li DYA dijî Nivîskar Edîp Yuksel re çavdêriyên xwe parve kirin. Yuksel bi rêya medya civakî Youtube axaftina xwe ya telefonê parve kir. Yekbun Îzol, anî ziman ku dîmena hat kişandin û li ser medya civakî hat parvekirin pismamê wê kişandine û wiha got: "Hin dimenên din jî hene. Me ew dîmen dan dozgeriyê. Niha tu parastina me tune ye. Tu tedbîrên parastina me tune ne. Em ji aliyê xal û xaltikên xwe ve tên parastin. Xwişka min bêtir ji bûyerê agahdar e." Yekbun Îzol, piştre telefon da xwişka xwe Dîlan Îzol. Dîlan Îzol jî agahî da û got: "Ji xeynî Yekbun xwişka min a 20 salî Fatma Rojbin, Muhammed Agit ê 17 salî,  Mustafa Baver ê 15 salî Zeynep Jînda ya 9 salî 4 xwişk û birayê wê hene. Ev dijminantiya 17 salan e. Bûyer di navbera Bavê min, mamê min û birayê Parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfikar Îzol  de derbas bûye."    17 SALIN ZILMÊ DIKIN     DîlAn Îzol, anî ziman ku Malbata Îzol a AKP'î 17 salin zilmê li wan dikin û wiha bi dawî kir: "Gelek caran xwestin mala me bişewitînin û xera bikin. Gelek caran bi ser mala me de girtin. Êrîş kirin. Di bûyera herî dawî de rojek berê eskeran bi ser mala me de girtin û li mala me lêgerîn kirin. Roja din jî bi ser mala de de girtin, dayik, bav, amojn û pismamê min kuştin. Dema rojek berê esker hatin mala me lêgerîn kirin em ketin nava fikaran. Lê me dîsa baweriya xwe ya li hemberî dewletê xera nekir. Di dîmenan de her tişt li holê ye. Piştî bûyerê gotin yek hatiye girtin. Lê çiqas rast em nizanin. Ez, 6 xwişk û bira û pismam û dotmamên xwe li gund dimînin. Tu ewlehiya me tune ye. Tenê xalên me me diparêzin."  Dîlan Îzol, herî dawî bang li rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî kir û xwest alîkariyê bi wan re bikin û got: "Em dixwazin bi hemû partî û wekîlan re hevdîtin bikin."