Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin 2019-06-19 14:40:11   ÊLIH – Hewldana Jiyandina Heskîfê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya li dijî hilweşandina li Çemê Dîcleyê pêk tê her kesî vexwendin çalakiya “Avêtina Mezin (Big Jump)” a dê di 14’ê tîrmehê de li Heskîfê pêk were.    Hewldana Jiyandina Heskîfê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya ji bo Çemê Dîcleyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku her sal di nîvê meha tîrmehê de li gellek welatên Ewrûpa û li gellek deverên dinyayê ji bo çem azad biherikin û rûxandina li devê çeman bi dawî bibe çalakiya “Avêtina Mezin (Big Jump)” tê lidarxistin.    Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber Bendava Ilisûyê û Projeyên Hîdroelektrîk hemû çand û zindiyên li Çemê Dîcleyê bi tunebûnê re rû bi rû ne û ji bo her kes ji vê hilweşandina çeman re bêje na vexwendin çalakiya “Avêtina Mezin” a dê di 14’ê tîrmehê de li Heskîfê bê lidarxistin.