ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir 2019-06-19 14:27:10   AMED – Serokê ESP’ê yê Amedê Ramazan Karakaya binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û got: “Em careke din bang dikin. Hewce nake hûn li me bigerin. Em li kolanan in.”   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Amedê, têkildarî binçavkirina edîtor û nûçegîhanên ETHA’yê û binçavkirina 35 ciwanên HDP’î li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên navçe û bajar ên HDP’ê, rêveberên ESP’ê, endamên Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) beşdar bûn. Pankarta “ESP dengê kolana ye, nikarin bêdeng bikin” daliqandin. Di civînê de Serokê ESP’ê yê Amedê Ramazan Karakaya, polîtîkayên hikumeta AKP'ê şermezar kir û wiha got: "Endam û rêveberên me yên rojnameya Îstanbûl Sokakta û xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) hatin binçavkirin. Hem rojnameger binçavkirin û hem jî bi ser ETHA’yê de girtin û hemû ekîpmanên wê desteser kirin. Dîsa malpera înternetê asteng kirin. Azadiya çapemeniyê careke din binpê kirin. Bi van binçavkirin û serdegirtinan dixwazin ETHA ya ku li dijî manîpulasyonê rastiyê, li dijî sermayedaran kedkaran, li dijî desthilatdariya zilam, mafê jinê diparêze û li dijî serdestan dibe dengê bindestan bêdeng bikin.”   DENGÊ KOLANAN BILIND BIKIN   Karakaya, anî ziman ku heta niha wekîlê serokê wan yê giştî Şahîn Tumuklu û endama SKM MYK’ê Ezgî Bahçeci, rêveber û endamên wan yên bajar, edîtor û nûçegihanên ETHA’yê, endamên SGDF û OGK di bin çavan de ne û wiha berdewam kir: “Sosyalîstên ku rojnameya “Îstanbûl Sokakta” belav dikin, polîs bi lîsteyên binçavkirinê li wan digerin. Dixwazin partiya me a kolana rêxistin dike bêdeng bikin. Em ji vê derê careke din bang dikin, hewce nake hûn li me bigerin em li kolananin. Bi sansuran hûn nikarin desthilatdariya xwe bi parêzin em li pey rastiyê ne. Em azadiya kolanan dixwazin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê yên li kolanan, rastî û azadiyê diparêzin dikin ku bi ciwan, jin, rojnamevan û sosyalîstan re piştevaniyê bikin û dengê kolanan bilind bikin.”