Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin 2019-06-19 14:06:28   RIHA - Xizmên Parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol, li gundê Çeltîk ê Navçeya Sîweregê ya Rihayê di 15'ê Hezîranê de bi ser malbatek din a Îzol de girtin û ji heman malbatê 4 kes kuştin. Derket holê ku rojek berê eskeran bi ser malê de girtin û lêgerîna çekan kirin û piştî lêgerina eskeran Birayê Parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfikar Îzol Cihan Îzol û komek li gel wî bi çekan bi ser malê de girtin. Di bûyerê de mexdûr Mehmet Metîn Îzol û Yusuf Rojhat Îzol hatin girtin.    Di 15'ê Hezîranê de Birayê Parlamenterê AKP'ê Zulfikar Îzol bi ser Gundê Çeltîk ê Navçeya Sîweregê de girtin û ji malbata Îzol 4 kes kuştin. Di bûyerê de Hakki û hevjîna wî Zozan, Meral û Serdar Îzol jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerê agahiyên nû derketin holê. Welatiyê gund diyar kir ku berî Xizmên Parlamenterê AKP'ê Zulfîkar Îzol bi ser malê de bigirin eskeran bi ser malê de girtine û lêgerîna çekan kirine. Welatî destnîşan kir ku piştî esker ji gund dûr ketin Birayê Zulfikar Îzol Cîhan Îzol  û komek pêre bi çekan di 15'ê Hezîranê de bi ser gund de girtine. Hat diyar kirin ku Cîhan Îzol di serdegirtinê de 4 kes kuştin. Li aliyê din ji mextûran 2 kes jî hatin girtin.  Piştî Cîhan Îzol  û koma pêre bi ser malê de girtin û 4 kes kuştin, ji malata hatin kuştin Mehmet Metin Îzol û Yusuf Rojhat Îzol hatin binçavkirin û piştre li Edliyeya Sîweregê bi îdîaya "Hewl daye mirovan bikuje" hatin girtin.