Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe 2019-06-19 14:00:57   ÊLIH – Welatiyên êzidî yên gundê Kelhoka navçeya Qubînê ku eraziyên wan ahtine desteserkirin, diyar kirin ku dixwazin vegerin gundê xwe û xwestin ji bo doza ew bi ser ketine tişta pêwîst bê kirin.    Şêniyên êzidî yên ji gundê Kelhoka girêdayî navçeya Qûbinê ya Êlihê diyar dikin ku malbatek bi darê zorê dest danîne ser eraziyên wan. Welatiyên êzidî ji bo eraziyên xwe paş de bigirin ji Ewrûpa dîsa hatin Êlihê û li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz, li ser navê welatiyên ji gundê Kelhokê Nedîm Erkîş beşdarî civînê bûn.    'BILA BÊHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBE’    Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz di civînê de axivî û diyar kir ku 40-50 sal in êzîdî neçar man welatê xwe biterikînin û di arîfeya Roja Penaberan a Cîhanê de astengiya li pêş vegera êzidiyan nayê qebûlkirin. Yildiz anî ziman ku li gel welatiyên êzidî di doza erazî de bi ser ketin jî lê axa wan hêj li wan venegerandine û got: “Li dijî dagirkirinê 12 caran serî li dozgeriyê dane û gilî kirine. Bi qeymeqam û fermandarê qereqolê re hevdîtin hatine kirin, ancak ji bo hiqûq pêk were heta niha tu gavên erênî nehatine avêtin.”    Yildiz da zanîn ku pêwîste 10 hezar donim erdê welatiyên êzidî demildest li wan vegerînin, pêşiya vegera welatiyên êzidî ku bên welatê xwe vebe û bêhiqûqî bi dawî bibe.    'EM DIXWAZIN VEGERIN SER AXA XWE’    Ji şêniyên gundê Kelhokê Nedîm Erkîş jî destnîşan kir ku ev 7 sal in ew têkoşîna hiqûqî didin û li gel bi ser ketine jî gundê wan li wan nayê vegerandin û got: “Mixabin civaka êzidî li Sûriyeyê, Filîstînê li her deverê pirsgirêkên ku canê xwe didin didomin. Em jî wek şêniyên gundê Kelkokê dixwazin vegerin gundê xwe û li ser axa xwe jiyan bikin. Dema em vegerin gundê xwe em dixwazin ji bo Batmanê jî razemeniyê bikin. Tu gumana me ji rayedaran nîne ku dê li cem me cih negirin. Lê bila êdî hiqûq şûna xwe bibîne û em jî vegerin ser axa xwe.”    KOÇBERÎ, DOZ Û BENDEMAYÎN    Welatiyên Kelhokê di sala 1992’an de dema koçî Ewrûpayê kirin bi îmzekirina peymanekê xanî û eraziyên xwe radestî malbatên Karabulut û Bîter kirin. Di sala 2012’an de dema êzidî vegeriyan gundê xwe van her du malbatan gundê êzidiyan li wan venegerandin. Li ser vê yekê êzidiyan di sala 2012’an de serî dadgehê dan û bi ser ketin. Tevî ku êzidî di dozê de bi serketin jî gund li wan venegerandine.