3 kes li Mersînê hatin binçavkirin 2019-06-19 13:35:17   MÊRSÎN - Di serdegirtinên malan ên navçeya Erdemlî ya Mêrsînê de, 3 HDP’î hatin binçavkirin.    Di serdegirtinên malan ên li Taxa Kargipinar a navçeya Erdemlî ya Mêrsînê de, 3 HDP’î hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Erdemlî Îsa û Şerefettîn Ket û Hasan Aslan ên hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê tên girtin.    Derbarê hinceta binçavkirin 3 HDP’iyan de tu agahî nehatin dayîn.