Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin 2019-06-19 12:52:14 ENQERE - Komeleya Înîsiyatifa Maf, der barê binpêkirina mafan û binçavkirinên korsan de raporek amade kir û diyar kir ku ji sala 2016'an heta niha 28 kes ji aliyê kesên ku xwe wekî Erkdarê dewletê dane nasandin ve hatine revandin û ji van 28 kesan 22 kes hatin berdan û 6 kes jî hêj winda ne. Înîsiyatifê anî ziman ku ji 22 kesên hatin revandin jê 16 kes li Enqereyê hatin revandin.  Komeleya Înîsiyatifa Maf, têkildarî binpêkirina mafan û kesên hatine revandin raporek amade kir. Înîsiyatifê di rapora bi sernavê "Rapora lêkolîn û lêgerîna der barê îdîayên kesên ji aliyê Erkdarê Cemaweriyê ve hatine revandin a Piştî sala 2016'an" de diyar kir ku ji sala 2016'an heta niha herî kêm 28 kes ji aliyê kesên ku xwe wekî Erkdarê dewletê ve dane nasandin ve hatine revandin. Înîsiyatifê, di raporê de destnîşan kir ku piştî mulakata kesên xizmên wan li dervê zagonan ji aliyê van kesan ve hatine revandin, têkildarî mijarê pirsname dane meclîsê û ji çavkaniyên înternetê lêkolîn kirine û wuiha cih da raporê "Ji sala 2016'an heta niha 28 kes ji aliyê kesên ku xwe wekî Erkdarê dewletê dane nasandin ve hatine revandin û ji van 28 kesan 22 kes hatin berdan û 6 kes jî hêj winda ne. Înîsiyatifê anî ziman ku ji 22 kesên hatin revandin jê 16 kes li Enqereyê hatin revandin.    Beriya Sibata 2019'an kesên li dervê zagonan hatin binçavkirin û revandin wiha ne: Mustafa Ozgur Gultekin, Zabit Kişî û Ayten Ozturk in. Van kesan diyar kirin ku rastî îşkenceyê hatin.    Di Sibata 2019'an de Gokhan Turkmen, Yasin Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salim Zeybek bi awayekî derzagonî hatin revandin. Ji van 6 kesan bi xizmên Yasin Ugan, Ozgur Kaya, Mustafa Yilmaz, Erkan Irmak û Salim Zeybek re mulakat hat kirin. Ji 28 kesên hatin revandin herî kêm 16 kes li Enqereyê hatin revandin. Di salên 1990’an de bi maşîneyên Torosê dihatin şopandin û revandin, lê niha Volkswagen Transporter hatin revandin. Ji 28 kesên hatin revandin û binçavkirin jê 6 kes hêj winda ne."