TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze 2019-06-19 12:36:25 AMED - TJA'yê têkildarî penaberan bang li Tirkiyeyê kir ku dev ji polîtîkayên xwe yên penaberan ku wan dike amûra berjewendiyê xwe berde û wiha got: "Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze û peymana NY'yê ya têkildarî mijarê pêk bîne."  Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rêjeyên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine aşkerakirin û ev agahî da: "Li gorî raporên NY'yê hejmara kesên ku bi zorê ji cihê xwe hatine rakirin ji 68 milyon kesî derbas kiriye. Ji sedî 70'yê van kesan jin û zarok in. Bi dijminahiya biyanî û netewperestiya hişk re penaber bi êrîşên starbûn, cihêkarî, aborî û fizîkî re rû bi rû dimînin. Jin ji ber tundî, tacîz, tecawiz, kolekirin, tundiya polîtîk a civakî û tunebûna mafên jinan koçber dibin. Penaberên jin û zarok; bi êrîşên beriya strabûnê, lêgerîna starbûnê, piştî strabûnê aborî, nîjadî, olî û zayendî re rû bi rû dimînin."   WEK ŞANTAJ TÊN BIKARANÎN'   Di berdewama daxuyaniyê de wek şantaj bikaranîna penaberan a Tirkiyeyê tê bibîrxistin û ev tişt tê gotin: "Tirkiye penaberan li hemberî Ewropa wek şantaj bi kar tîne. Penaberên jin ên ku hatine Tirkiyeyê û li kampên gelek bajaran dimînin nikarin xwe bigihînin mafên xwe yên demokratîk. Di kampên penaberan de li dijî jinan êrîşên zayendî, tacîz û fihûşên pêk tên. Ev gelek caran di çapameniyê de jî cih girtiye. Li kampên Rihayê zarokên keç ên 13-14 salî weke hevjînên çaremîn û pêncemîn tên firotin, dîsa li Serêkaniyê jin ji bo pêwîstiyên xwe yên bingehîn zorî fihûşa sîstematîk tên kirin. Lê ji ber ku van kampan ji rêxistinên sivîl û jinan re girtîne xebatên dixwazin bên kirin asteng dikin û nêzakatiya li hemberî jinan dide berdewamkirin."   DIVÊ PEYMANA NY'YÊ PÊK WERE'    Di daxuyaniyê de endamtiya Tirkiyeyê ya peymanên navneteweyî yên têkildarî mijarê hatin bibîrxistin û hat ragihandin ku Tirkiye xalên peymanan pêk nayne û bûyerên ku li kampan pêk tên paşguh dike. TJA'yê di dawiya daxuyaniyê de ev bang li Tirkiyeyê kir: "Tirkiye; divê dev ji polîtîkayên xwe yên penaberan ku wan dike amûra berjewendiyê xwe berde, bi pêşnûmaqanûna gerdûnî mafê penaberan biparêze û peymanên NY'yê pêk bîne. Her divê Tirkiye pêşî li her cûre tundiya li hemberî jin û zarokan bigire û kampan ji rêxistinên sivîl û jinan re veke."