Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin 2019-06-19 12:35:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Oldarên Başûrê Kurdistanê bang li her kesan kirin ku li dijî operasyonên dewletê helwesta xwe diyar bikin û gotin: "Ketina dewleta Tirk a dersînor ji bo tevahiya Kurdistanê metirsîdare."   Operasyonên dewletê yên ji bo ketina axa Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Heta niha hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî êrîşan bêdenge. Lê hemû pêkhateyên cuda yên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê ne. Bawermendên îslamê, Zerdeştî, Kakeyî û Êzidiyan ku çûbûn Qendîl û Bradost ji her kesî xwest ku helwesta xwe nîşan bidin. Bawermendên ku hevpar daxuyanî dan bertek û nerazîbûnên xwe bi Ajansa Nûçeyan ROJNEWS'ê re parve kirin. Mela Nadir Elî ku li dijî ketina dewletê ya dersînor çû herêmên Qendîl û Bradostê bertekên xwe anîn ziman û got; "Em hatine vir peyama xwe bidin dijminê Kurdan. Bese şewitandin û bombebarankirina gundên Kurdistanê. Ji şehîd û birîndarkirina zarokên wê nîştimanê re bese. Hatine ji cîhan û nûnerên  bilind ên olên cuda re bêjin ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwest."   'DIVÊ HELWESTA XWE ZELAL BIKIN'   Oldar, Pîr Aşna jî li ser navê Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê axivî û got; "Em kiryarên dewleta Tirk a fasîşt ên nemirovane şermezar dikin ku bi awayek hovane êrîş dike li ser gel û xaka Kurdistanê. Nabe hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî êdî li hemberî dewleta Tirk bêdeng bin. Divê di vî warî de helwesta xwe zelal bikin."   'MIXABIN HELWESTA GELÊ KURD KÊM E'   Li ser navê tarîqata Nexşebendiyê Sofî Hîkmet jî bal kişand ser lawaziya helwesta gelê kur û got; "Gelek mixabin, ji bo hinek meleyan re ku rolek wan a li ber çav di nava civakê de heye, lê li hemberî van hemû êrîşan li ser gelê Kurd pêk tê bêdeng in. Mixabin gelê Kurd weke pêwîst nexwedî helweste. Hest bi van metirsiyan nake. Hêvî dikin ku li her cihî Kurd li dijî wan êrîşan bibe xwedî helwest."   DI DÎROKÊ DE HER DEM ÊRÎŞÎ KURDAN KIRINE'   Nûnerê Kakeyiyan Serhed Kakeyî jî li ser navê Kakeyiyan helwesta xwe diyar kir û got: "Armanca dewleta Tirkiyeyê ji holêrkirina Kurdane. Bi hemû pêkhate û olan ve. Di dîrokê de timî êrîşî Kurdan kiriye û xwestiye ji holê rabike. Berê axaftina min li hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Bila li şûna şerê kursî, wezîfe û guhertina wezîfe û pileyan li dijî dagirkeriyê raweste. Bila rê xweş neke ku dijmin xaka me dagir bike."     Li ser navê Êzidiyan axivî û got; "Hatina hemû olan a li herêma Qendîl û Bradost vê peyamê digihîne ku Kurdan bi hev re jiyan divê. Pêwîste hemû ol û pêkhate dest bidin destê hev û li dijî dewleta Tirk rawestin. Bang li ciwanên Kurd dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk beşdarî nava refên gerîla bibin."