Sara Kaya nehat berdan 2019-06-19 12:35:01 MÊRDÎN – Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kiribûn hat girtin, nehat berdan.    Hevşaredara Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Sara Kaya a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û pişt re hat girtin carek din derket pêşberî dadger. Danişîna 12’emîn a Kaya li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Kaya a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû. Kaya bi îdaya “Yekîtî û tevkariya dewletê xera kiriye” tê darizandin. Parêzerên Kaya jî di danişînê de amade bûn.    Piştî tespîta nasnameyê dozger biryara berdana Kaya neda û xwest girtî bê darizandin.    Parêzerê Kaya, Kamuran Tanhan jî got girtina Kaya bêhiqûqî ye û xwest miwekîla wî bê berdan.    Kaya jî beyanên xwe yên berê dubare kir.    Piştî parastinan dadgerê jî bi hêceta dê biryara tedbîra edlî kêm bimîne Kaya berneda û danişînê taloqî 11’ê îlonê kir.