Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin 2019-06-19 11:53:32   STENBOL – Polîsan bi ser mala hunermendê NÇM’ê Arhat de girt. Hunermend Çiya Şenses ê duh hatibû binçavkirin hat berdan.    Polîsan serê sibê li Navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê bi ser mala hunermendê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Arhat de girt. Di dema serdegirtinê de Arhat ne li mal bû û hêceta operasyonê nehat zanîn. Piştî lêgerîna li malê polîsan ji malbatê re got “bila were îfade bide.”    HUNERMEND ÇIYA HAT BERDAN    Li aliyê din duh solîstê Koma Gulên Xerzan Çiya Şenses hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyên hunermend Çiya li Emniyeta Stenbolê hat girtin ew berdan. Hat zanîn ku ew di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê ku daye destpêkirin de hatiye binçavkirin. Ji ber ku hunermend Çiya di şahiyek HDP’ê ya li Xarpêtê de stran gotiye û bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hunermend Çiya piştî derxistin Edliyeya Gazîosmanpaşayê û îfadeyên wî hat girtin hat berdan.