Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin 2019-06-19 11:46:18   ÎZMÎR - Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malan de girtin, Hevserokê DBP’ê yê navçeya Menemen Taygûn Bahşî re 12 kes binçav kirin.    Li navçeyên Menemen û Alîaga yên Îzmîrê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 12 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku her 12 kes li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.    Navê hin kesên hatin binçavkirin wihan e: “Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Menemen Tayfûn Bahşî, Rêveberên HDP’ê yên Bajêr Abîzer Yilmaz, Mehmet Emîn Aydin, Agît Ozer, Zeynî Yuksel û Şehmûz ê paşnavê wî nehat zanîn.