Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest 2019-06-19 11:37:02   STENBOL - Di doza 22 rojnamegerên ku di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibûn girtin de bi derpkirinê hatin binçavkirin de dadger ji bo aqûbeta telefonê hatine desteserkirin ji Miduriyeta Polisan a Beyoglûyê agahî xwest.   Rûniştina doza 22 rojnamegerin ku di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibûn girtin de bi hinceta "Berhingariya Polisan" bi derpkirinê hatibûn binçavkirin, li 5'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina ku rojnamegerên bersûc û polisên gazindker tevlî nebûbûn de parêzer amade bûn.    Reyhan Hacıoglû ku di çarçoveya doza sereke ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye, ji ber ku beşdarbûna bi Segbîsê red kir beşdarî rûniştinê nebû. Parêzer Ozcan Kiliç ku di rûniştinê mafê axaftinê girt diyar kir ku telefonê 22 girtiyan teslîmê wan nehatine kirin û ji dadgerê dozê daxwaz kir ku ji bo teslîmkirina telefonan biryar binivisîne. Her wiha Kiliç daxwaz kir ku dîmenên polisên buroya ewlehiyê ku derbarê serdegirtina bînaya rojnameyê û kêliya bûyerê kişandine de jî ji aliYê dadger ve bên xwestin.    Parêzer Hazal Pekşen Demîrhan jî daxwaz kir ku bê lêkolînkirin ku li ser telefonên li Miduriyeta Polisan a Beyoglûyê vekolîn hatine kirin an na.    RÛNIŞTIN TALOQ BÛ   Dadger di biryara xwe de ji Miduriyeta Polisan a Beyoglûyê re nivîsa muzekereyê bê nivîsandin û bê pirsîn ku di dema lêpirsînê de derbarê telefonan de tu kirarî hatiye kirin an na, dîsa li gorî biryara ku ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Stenbolê ve hatiye dayîn tu kirarî hatiye kirin an na û derbarê cihê telefonên hatine desteserkirin de agahî bê xwestin.    Dadger rûniştinê taloqî 5'ê Mijdarê kir.