Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir 2019-06-19 11:26:47   NÎGDE - Nanpêşê Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Omer Halîsdemîr a Nîgdeyê Yaşar E. di roja bavan de întîhar kir.    Yaşar E. yê 45 salî ku nanpêşê Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Omer Halîsdemîr a Nîgdeyê bû, di roja bavan de întîhar kir. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) li ser malpera xwe agahî parve kir û diyar kir ku Yaşar E. di roja bavan de întîhar kiriye û bavê 2 zarokan bû.