Bertek nîşanî rûxandina goristanan dan: Tehemula hestiyên me jî nakin 2017-11-20 09:17:56 ŞIRNEX - Gulê Elçîçek, bertek nîşanî rûxandina gora birayê xwe Abdullah Elçîçek ê PKK’î yê û goristana li Kato da û wiha got: “Tehemula hestiyên me jî nakin.” Li herêma Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê di operasyona leşkerî ya di 18’ê Nîsanê dest pê kir de, “Şehîdgeha Şehît Kurtay Feraşîn” a li Zozanên Meydan Kolya bi giştî hat rûxandin. Nêzî goristanê ku qereqol tê çêkirin û hin leşkerên nîşaneya îdealîst a MHP’ê çêkirin, pêl kevirên goran kiribûn û poz dabûn. Gulê Elçîçek, bertek nîşanî leşkerên pêl kevirên gora birayê wê Abdullah Elçîçek ê PKK’î kirin û poz dayîn, da.     ‘EV BÊMAFIYÊ’   Elçîçek, diyar kir ku birayê wê di 5’ê Cotmeha 1997’an de li herêma Botanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Berî 3 salan me xwe gihan cenazeyê wî û me li goristana Kato defin kir. Êdî em dizanîn cenazeyê wî li kuderê ye. Ev yek me keyf xweş dike, lê tehemula wan ji vê re jî tuneye.”    Elçîçek, da zanîn ku bi rûxandina goran û pêl li kevirên goran kirin, heqaret li me kirin. Elçîçek, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet diçe êrîşî cenazeyên me dike. Ev bêmafiyek mezin û hovîtiye. Tehemulê hestiyên me jî nakin. Ev teqez nayê qebûl kirin. Bi vî awayî dixwazin em dest ji doza xwe berdin, lê em tu carî dest ji doza xwe bernadin.”