Li Amedê kesek hat girtin 2019-06-19 11:00:06   AMED - Kesekê binavê Î.B. yê li Peyasê di serdegirtina malê de  hat binçavkirin, sewqî edliyê hat kirin û girtin.   Li navçeya Peyas a Amedê, leşkeran bi ser malekê de girtin û kesê binavê Î.B. binçav kirin. Leşkeran Î.B. birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Lîcê û piştî karê lêpirsînê sewqî edliyê kirin. Dozger piştî îfadeya Î.B. girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" Î.B. girt û şand girtîgehê.