Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin 2019-06-19 10:48:45   AMED - Serokê Şaxa Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan di serdegirtina malê de hat binçavkirin.   Polîsan bi ser mala Serokê Şaxa Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan de girtin. Polîsên ku deriyê malê şikandin û ketin hûndir, piştî lêgerîna malê, Alkan binçav kirin. Polîsan derbarê hinceta binçavkirina Alkan de tu agahî nedan malbatê û Alkan birin Şaxa Midûriyeta TEM'ê ya Amedê.