Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin 2019-06-19 10:34:30 MÊRDÎN – Li Newala Qoriyê ya di navbera Hezex û Kerboranê de 3 roj berê bombebaran pêk hatibû û pişt re pevçûn derketibû. Hat zanîn ku Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy ên jiyana xwe ji dest dan sivîl in.  Li Newala Qoriyê ya dikeve navbera navçeya Kerborana Mêrdînê û navçeya Hezexê ya Şirnexê di 16’ê hezîranê de helîkptêran bombebaran pêk anîbû. Piştî bombebaranê di navbera esker û endamên HPG’ê de pevçûn qewimîbû. Di pevçûnekê de serpelek eskeriyê jiyana xwe ji dest dabû. Wezareta Karê Hundir îda kiribû k udi pevçûnê de 8 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.    Wezaretê gotibû cenazeyek aîdî endamê HPG’ê Yilamz Begîç (Baran) e û derbarê cenazeyên din de tu daxuyanî nedabû.    EMÎNE TOY A HPG’Î HAT VEŞARTIN    Hin cenazeyên ji qada şer hatin hildan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji cenazeyan malbata Emîne Toy (Sarya) du roj berê çûn cenazeyê keça xwe wergirtin û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û li Goristana Mohris di bin dorpêça polîsan de veşartin. Malbata Toy li taxa 8’ê Adarê serdanan qebûl dike.    MALBAT: HER DU JÎ SIVÎL IN    Hat zanîn ku 2 kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane sivîl in. Yek jê Abdulsamet Akgul ê ji gundê Wersikê ya girêdayî Kerboranê ye û yek jî Ramazan Toksoy ê bavê 5 zarokan e. Malbatan duh cenazeyên Akgul û Toksoy ji nexweşxaneyê wergertin û di bin dorpêça polîsan de veşartin.    Têkildarî mijarê me xwe gihand malbatên Akgul û Toksoy. Malbatan diyar kirin ku cenaze nedihatin nas kirin û ji ber bombebaranê laşê wan şewitiye. Malbatan da zanîn ku zarokên wan sivîl in û lê ew nizanin bûyer çawa pêk hatiye, jê fêm nekirine û gotin: “Niha em nikarin tiştekî bêjin. Tenê em xemgîn in. Em ê şîna xwe deynin.”    MA / Ahmet Kanbal