Kujerên Kaymaz bi 13 guleyan kuştin 13 salin serbest in 2017-11-20 09:16:41 MÊRDÎN - Li Qoserê 13 sal berê Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî hatin kuştin. Hêj kujerên wan serbest digerin. Qeyûmê şaredariyê, bîrdariya ji bo bîranîna Kaymaz hat danîn, rûxand. Dayîk Makbule Kaymaz ku di salvegera mirina kurê wê bi KHK’ê ji kar avêt, got ku ev êşekê ku nayê tarîf kirin e û her roj wan bibîr tînim.   Li navçeya Qosera Mêrdînê, di 21’ê Mijdara 2004’an de polîsan Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ê ajokarê kamyonê bu li ber mala wan kuştin. Faîlên Ugur Kaymaz û bavê wî ku bi 13 gulayan hatîn kuştin, ligel ku 13 sal di kuştina wan re derbas bûn jî hîna nehatine dîtin. Polîsên ku Ugur Kaymaz kuştin li kêleka wî çeka kaleşnîkof danîn û mîna “terorîstê amedekariya çalakiyê dikir” di raya giştî de hat belavkirin.     DAYÎKA WÎ JI KAR AVÊTIN, BÎRDARIYA WÎ RÛXANDIN    Hem kujerên Ugur û bavê wî nehatin dîtin û hem jî êrîşên li ser malbata wî bi dawî nebûn. Dayîka Ugur, Makbule Kaymaz ku 12 salin di Mala Piştevanî ya  Perwedê ya Şaredariya Qoserê de dixebitî, di sersala qetilkirina kurê wê de bi biryara KHK’ê ji kar hat avêtin. Ji bo bîranîna Kaymaz bîrdariya du zarokên di destên wan de kevok heyîn a li navenda navçeyê hat danîn, Qeyûm Ahmet Odabaşî yê  tayînê şaredariyê hat kirin, di 11’ê Hezîranê de rûxand. Li cihê bîrdariyê qûleya saetê hat danîn.        ‘HER ROJ WAN BIBÎR TÎNIM’   Dayîk Makbule Kaymaz bertek nîşanî nedîtina kujerên hevjîn û kurê xwe da û xwest kujer bên dîtin. Kaymaz pirsa “Gelo kurê min çi kiribû hat kuştin” kir û wiha axivî: “Hîna jî sûcdar derve de ji xwe re digerin. Ez dinava  êşeke ku tarîfa wê nayê kirin de me. Ez aştiyê dixwazim. Bila zarokên me nemirin. Cigera min deşewite. Ez her roj wan bibîr tînim. Kes mafê zarokan min pirs nake.” Dayîk Kaymaz bertek nîşanî rûxandina bîrdariya kurê xwe jî da û wiha got: “Dixwazin li gorî xwe hemû tiştî sererast bikin. Ev bêmafiye. Kes vê yekê qebûl nake.”   RABORÎYA DOZÊ     Têkildarî 4 polîsên Ugur Kaymaz û bavê wî kuştin, di Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de doz hat vekirin û doz bi hinceta “Ewlekariyê” girtin Eskîşehîrê. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehêr bi hinceta “Parastina rewa kirin” biryara beraate da hemû polîsan . 1’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind di lêpirsîna temyîzê de ev biryar qebûl kir. Piştî hemû rêyên hiqûqa hûndirin qediyan, parêzeran serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME derbarê bûyerê ji Tirkiyeyê parastin xwest. DMME di Sibata 2014’an de biryara xwe da, derbarê Ugur Kaymaz û bavê wî de ji ber ku “Mafê jiyanê hatiye îhlalkirin” Tirkiye mehkumê 70 hezar avro madî û 70 hezar avro manewî kir .    SERLÊDAN LI AYM’Ê RADIWESTE    Parêzerên girêdayî Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Mêrdînê, piştî biryarê bi daxwaz ji nû ve darizandin bê destpêkirin, serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê dan. Dadgeha ku serlêdan nirxand, daxwaza parêzeran red kir û tu hincet nîşan nedan. Piştre biryar şandin Dadgeha  Qanûna Bingehîn (AYM) û heya niha tu bersiv nehatiye dayîn.  (gka/