Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê 2019-06-19 10:09:49 ÊLIH - Xizmên windayan ên Rihayê ku çalakiya wan a rûniştinê ya li derve ji aliyê Walîtiya Êlihê ve hatiye qedexekirin, ji bo rawestandina biryara qedexeyê ya walîtiyê dê serî li Dadgeha Îdareyê bidin.  Çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" xizmên windayan ên Rihayê ku her hefte bi pêşengiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (İHD) a Rihayê, li Kolana Gulistanê li dar dixistin, bi hinceta Rewşa Awarte ji 29'ê Cotmeha 2016'an heta 25'ê Tebaxa 2018'an hatibû qedexekirin û nedihat li darxistin.     Hefteya piştî 25'ê tebaxê, dema ku xizmên windayan xwestin çalakiya xwe li dar bixin, vê carê jî çalakiya wan ji aliyê Walîtiya Êlihê ve hat qedexekirin. Vê qedexeya Walîtiyê ji 15 rojan carekê bi binasiya ewlehiya neteweyî, nîzama giştî, pêşîgirtina sûc, sinc û tenduristiya giştî û parastina azadî û mafên kesên din tê dubarekirin. Ji ber vê sedemê xizmên windayan 41 hefte ne çalakiya xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê li dar dixin.    DÊ SERLÊDAN BIKIN   Serlêdanên xizmên windayên ên ji bo lidarxistina çalakiyê ya li Kolana Gulistanê ji aliyê Walitiya Êlihê ve hatine redkirin. Li ser vê yekê xizmên windayan biryar da ku bi navbeykariya ÎHD'ê serî li Dadgeha Îdareyê bidin û biryara qedexeyê bidine rawestandin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku biryara walîtiyê ya ji bo destûrê neheqiye û wiha got: "azadiya ramanê mafekî makeqanûnî ye. Nikare bê astengkirin. em ê ji bo vê yekê bikevin nav hewldanan. Divê bêhiqûqî bi dawî bibe."