DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest 2019-06-19 10:03:59 AMED – DMME’yê derbarê betalkirina wekîltiya 4 HDP’iyan ên berê de ji Tirkiyeyê parastinê xwest.  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME), derbarê betlakirina wekîltiya HDP’iyan ên berê de Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Osman Baydemîr û Îbrahîm Ayhan ê jiyana xwe ji dest da ji Tirkiyeyê parastinê xwest.    Bi desteka tam a AKP-MHP’ê û bi beşek desteka CHP’ê di 20’ê gulana 2016’an de piştî guhertina di Makeqanûnê de pêk hatin destnedayîna 29 wekîlên AKP, 10 wekîlên CHP, 55 wekîlên CHP’ê û 53 wekîlên HDP’ê û parlamenterek serbixwe hatibû rakirin.    Piştî destnedayîna 148 wekîlan, tenê wekîliya yên HDP’ê betal kirin. Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 9 wekîlên HDP’ê hatin girtin. Wekîliya 11 HDP’iyan bi hêcetên “bêdewamiya meclîsê” û “teqezbûna cazayê hepsê” betal kirin.    JI BO 4 WEKÎLAN DAXWAZA PARASTINÊ    Parêzerên Besîme Konca, Ferhat Encu, Faysal Sariyildiz, Osman Baydemîr, Fîgen Yuksekdag, Ahmet Yildirim, Nursel Aydogan, Tugba Hezer, Leyla Zana, Selma Irmak û Îbrahîm Ayhan ê li Hewlêrê di encama krîza dil de jiyanaxwe ji dest da bi hêceta “mafê wan ên hilbijartinê hatiye binpêkirin” bi boneya ku rêyên hiqûqê li Tirkiyeyê neman serî li DMME’yê dan.    DMME’ê têkildarî betalkirina wekîliya Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Osman Baydemîr û Îbrahîm Ayhan ji Tirkiyeyê parastin xwest. Pêvajoya darazê ya wekîlên din jî li DMME’yê didome.    DMME’yê berê jî serlêdanên Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz red kiribû. Ev cara yekemîne serlêdana ji bo 4 wekîlan qebûl kir û ji Tirkiyeyê parastinê xwest.    Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr li gorî parastina dê Tirkiye bide DMME’yê gavên pêwîst ên hiqûqî dê biavêjin.