Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn 2019-06-19 09:16:34 STENBOL – Parlementerê HDP'ê yê berê Ferhat Encu ku nêzî 3 salan di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê de ma û hat berdan, diyar kir ku ji ber Komkujiya Roboskiyê bûye rojev ev ceza lê hatiye birîn û got: "Li hemberî roboskiyan kîneke wî ya cuda hebû. Ev kîn jî di şexsê min de derket holê."  Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu, di 14'ê Hezîranê de hat berdan. Encu, di 4'ê Mijdara 2016'an de tevî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hin parlementeran hatibû girtin û di 15'ê Sibata 2017'an de hatibû berdan. Lê belê piştî hat berdan 2 roj şûnde yanî di 17'ê Sibatê de dîsa hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê. Bi giştî 4 sal û 7 meh û 10 roj ceza li Encu hatibû birîn û di 19'ê Cotmeha 2017'an de Dadgeha Îstinafê cezayê wî qebûl kiribû.    Encu, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Encu, bi bîr xist ku piştî darbeya 4'ê Mijdarê bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin û got: "Di 4'ê Mijdara 2016'an de tenê ne li navendekê, em li cihên cuda hatin binçavkirin. Em li cihên cuda hatin binçavkirin û demildst em girtin. Di ser re gelek dem derbas bûye. Berê jî me gotibû bêhiqûqîtiyên em bi wan re rû bi rû man, helwesta dadger û dozgeran a li hemberî me, fezlekeyên hatin amadekirin, hemû berên siyasî bûn û ez niha careke din heman tiştî dibêjim.    JI BER ME BÊHIQÛQÎTÎ TEŞHÎR KIRIN EM HATIN GIRTIN    Helbet ew pêvajo pêvajoyeke pir zehmet bû. Tê bîra we, li gelek deverên Kurdistanê qedexeyênd erketina derve hatin îlankirin û gelek binpêkirinên mafan rû dan û bi tankan ketin bajaran. Gelek mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Mal û avahiyên mirovan hatin rûxandin. Mirov mecbûr man koç bikin. Wê demê wek parlementerên HDP'ê çi ji destê me hat me kir. Wê çaxê me çi kiribe li xweşa îktîdarê neçûye. Li hemberî siyastemedarên legal ên li wir tevî gel têkoşiyan û neheqî û bêhiqûqîtiyên li wir bilêv kirine operasyon hatin lidarxistin. Têkoşîna me ya li wira îfşakirina polîtîkayên ne hiqûqî û însanî bûn. Loma em bi hin pêkanînan re rû bi rû man. A rast hebûna HDP'ê li ber polîtîkayên wan astengiyeke mezin bû û ji bo vê dixwestin ev astengî ji holê bê rakirin û loma wisa kirin."    ‘LI HEMBERÎ ROBOSKIYÊ KÎNEKE CUDA HEBÛ'    Encu, destnîşan kir ku ji bo bibe dengê gelê Roboskiyê çûye meclîsê û nexasim jî bi cezakirina wî xwestine peyamekê bidin gelê Roboskiyê. Encu, got: "Bêguman dibe cezakirina min ji ber Roboskiyê ye, lê bi temamî ne ji bo Robsokiyê. Komkujiya Robsokiyê berdewam bêhiqûqîtî û êrîşên li ser gelên kurd, valakirina gunda ye. A rast bi vî awayî peyam dan tevahiya gelê kurd. Komkujiya Roboskiyê, di warê konjuktura demî de pir girîgn e. Çimkî komkujiyeke aşkere û plankirî bû û îfşakirina wê û têkoşîna wê di asteke pir cuda de bû. Loma pir zor da îktîdara AKP'ê û rêveberiya wê. Berxwedan gel, daxwazên gel di warê siyasî de ew pir tengijandin. Têkoşîna gelê Roboskiyê, ji bo lêpirsînên der barê kesên ev komkujî pêk anîne de û ji bo deşîfrekirina polîtîkayên qirêj pir girîng bû. Li hemberî roboskiyên têkoşiyan kîneke cuda hebû. Ev kîn di şexsê min de derket holê."    Encu, bilêv kir ku operasyona li hemberî siyasetmedaran berdewamiya polîtîkayeke tepisandinê bû û got: "Mixabin destê ku pêvajoya çareseriyê qedand, bi vî awayî berê xwe da siyaseta legal û demokratîk jî."    '70 ROJÎ HATIM TECRÎDKIRIN'    Encu, ji bo berdana xwe ya ewil ku piştî hat berdan bi du rojan dîsa hat girtin, got: "Cara ewil bû ketibûm girtîgehê. Bi piştî hatim girtin û hatim berdan ketim du girtîgehan. Heta carinan bi henekî ji bo vê pêvajoyê dibêjim 'ez du caran hatim girtin.' Cara ewil di 4'ê Mijdarê de li Stenbolê hatim binçavkriin. Min bi wesayîtê ji Stenbolê birin Enqereyê û ji Enqereyê jî bi jeteke taybet birin Şirnexê. Piştî hatim girtin min bi helîkopeterê anîn Amedê û ji Amedê jî birin Stenbolê. Li Stenbolê jî bi rîngê birin Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê. Bi qasî 70 rojan hatim tecrîdkirin. Min ji hemû hevalan îzole kiribûn. Paşê min birin nav girtiyên siyasî. Atmosfereke cuda hebû. Bûm şahidê mirovên ku azadiya wan hatine binpêkirin. Her kêliyek wê berxwedan bû. Ew der di heman demê de qadeke ku mirov di warê zihnî û di warê bîrdoziyî de xwe pêş dixe û ji bo jiyanê dibe xwedî perspektîfekê."   ‘RÊXISTINBÛYÎNA JIYANEKE ŞOREŞGERÎ'    Encu, diyar kir ku li girtîgehan li dijî feraseta rehabîlîtekirin jiyaneke cuda heye û got: "Li wir mirov kesayetiya xwe ya şoreşgerî derdixin holê û bi ehlê heqî, rastî û demokrasiyê jiyaneke şoreşgeriyî birêxistin dikin. Nêvengeke pir germ bû. helwesta hevaln, pêwendiya bi wan û sohebat bi wan re pir baş bû. Bi hevalên jin re jî me ji paş pencereyê ve bi liv û tevgerên destan me pêwendî datanî. Moralê mirovan baş bû û coşek hebû."    NÊZÎKATIYA JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ   Encu, destnîşan kir ku li gel vê jiyana li girtîgehan bûye şahidê gelek binpêkirinên mafan û bêhiqûqîtiyê. Encu, bilêv kir ku îşkenceyeke derûnî hebû û ji mafê tedawiyê bigire heta mafê sohbetê û ehvdîtinê gelek pirsgirêk hebûn û got: "Her roj di bin navê lêgerînên rûtîn de êrîşî kesayetiya mirovan dikirin. Herî zêde nesewqkirina girtiyên nexwe an jîd ema dihatins ewqkirin birina bi wesayîtên rîngê nerihet dikirin. Yek ji van rewşên xirab jî birina bi awayekî kelemçekirî bû. Dest datanîn ser pirtûk, radyo û rojnameyan. Berxwedaneke biçûk jî dibû sedam cezayê disîplînê û bi vîa wayî înfaz dihat şewitandin. Ji xeynî evan pêkanînan ji bo şexsê min jî, ez bi nêzîkatiyên cuda, bi nêzîkatiyên provekeyî re rû bi rû dimam. Lê belê min nedihişt hin rewşên cuda pêk bên."    '10 MEHAN ZÊDE GIRTÎ MAM'    Encu, destnîşan kir ku bi awayekî bêhiqûqî 10 mehan zêde di girtîgehê de maye û got: "Cezayê li min hatibû birîn, daxilî berdana bikontrol bibû, lê belê nehiştin. Her çend bi hinceta ez bi girtiyên siyasî yên cuda re mame û ji 'endamtiya rêxistinê' beraat kiribû jî, îdareya girtîgehê der barê min de rapora 'endamtiya rêxistinê' amade kir. Bi vîa wayî nehiştin bêm berdan. Her çend dadgerên înfazê ji bo berdana min biryar digirtin jî, lê belê bi feramnên ji jor dihatin nedihiştin û bêhiqûqîtî dewam dikir. Ji ber propagandayê hatime cezakirin, lê belê ji ber odeya ez lê mame bi endamtiya rêxistinê hatim tawanbarkirin. Min doza sewqê kir, w jî hat astengkirin. Herî dawî du meh mabûn cezayê min biqede, serlêdana min hat qebûlkirin."    ‘HER KESÎ DIXWEST DI NAV BERXWEDANÊ DE CIH BIGIRE'    Encu, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Nexasim di dema çalakiyên greva birçîbûnê de zêde zêde rewşeke hestiyar hebû. Piştî Birêz Leyla Guven dest çalakiya greva birçîbûnê kir û li tevahiya girtîgehan belav bû û mirovan bedena xwe da ber mirinê û her roj bedena girtiyan diheliya, ji bo mirov pêvajoyeke pir zehmet bû. We dîdît her roj hevalên te li ber çavê te dihelin. Her wiha wexta we biryardarî û vîna wan didît, li mirov qenaeta ku têkoşîn çi qas mafdar e û teqez wê bis er bikeve peyda dibû. We dixwest hûn di nav vê têkoşînêd e cih bigirin. Hermû heval bi inyad dixwestin di nav vê têkoşînê de cih bigirin. Bi rastî jî ev helwest mirov hestiyar dikir."    BAWERIYA BI BERXWEDANÊ   Encu, di dema grevên birçîbûnê de çûyîna Mehmet Ocalan a Îmraliyê û rengevedana vê hevdîtinê ya li girtîgehê jî vegot: "Piştî Birêz Ocalan hevdîtin bi malbata xwe re çêkir, a rast ev nîşan dida ku têkoşîn gav bi gav ber bi serketinê ve diçe û ev yek jî dibû cihê moralê. Paşê parêzeran hevdîtin pêk anî û peyama ewil bi raya giştî re hat parvekirin. Ev ji bo hevalên di greva birçîbûnê de bibû cihê moralekî pir mezin. Hêviya ku serketin nêz e û wê têkoşîn bi ser bikeve pir xurt bibû. Biryardariya li dijî faşîzmê, biryardiya dê bloka faşîst birûxîne vîna wan xurtir kir. Wexta peyam ji Îmraliyê re hat û silav hat şandin nav çavên wan dibiriqîn. Min bi çavê xwe dît di nav têkoşîneke mafdar de ne û baweriya wan a bi berxwedanê çawa ye. A rast li girtîgehan mirov bi moral, baweriyê û vînê li ser piyaye."    PEYAMÊN OCALAN   Encu, anî ziman ku li girtîgehê girtî bi heyecan li benda daxuyaniya parêzeran a ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê bûn û got: "Her kes li benda peyama Birêz Ocalan a ji bo wan bû. Li hêlekê têkoşîna dayikan hebû, li hêlekê diyalogên malbatên girtiyan, hevdîtinên bi telefonan, rewşa hevalên di rojiya mkirinê de hebû û ev bibû cihê gumanan. Piştî peyama ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê hat, hesta serketinê li hemû gritiyan peyda bû. Nxasim jî peyama kesê ku wî wek rêber qebûl dikin, hesteke pir cuda li wan peyda kiribû. Bi çavên xwe bûm şahidê wê şanaziya wan."   ‘WEZÎFEYA HER ŞOREŞGERÎ'    Encu, ji bo peyama Ocalan a der barê "siyaseta demokratîk" û "lihevkirina civakiyî" axivî û got: "Bêguman pirgirêka kurd xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Berê jî me dît, em niha jî dibînin. Pirsgirêka kurd bi şidet, tunekirin, înkarê nayê çareserkirin. Ev prisgirêk ancax bi siyaseteke demokratîk, bi lihevkirineke civakiyî, li ser asasên wekehviyê, di nêvengeke ku her kes karibe xwe îfade bike, bi pêşxistina qada maf û azadiyan, bi samîmiyetê pêkan e. Lê mixabin serdest û îktîdarên niha naxwazin vê yekê qebûl bikin. Çimkî ev rastî li hesabê wan nayê. Pêvajo çawa bi dawîbû, kî dawî lê aniye, kî Mutabaqata Dolmabahçeyê qebûl nekiriye diyar in. Piştî vê demidlest li Kurdistan û Tirkiyeyê bûyerên şidetî rû dan û pêvajoyeke ku siyaseta demokratîk ji holê rbaike ket dewrê. Tevî ev qas êş û azaran û bêhiqûqîtiyan Birêz Ocalan dîsa bal kişand ser danzana Newroza 2013'an. Bi rastî jî ev pir girîng e. Ji bo ev polîtîka pêk bê û ji bo têkoşîn derkeve asta herî jor, ev yek peywira her kesên şoreşger e."    Encu, destnîîan kir ku li dijî dagirkeriyê berxwedan û têkoşîn divê.    MA / Berîvan Altan - Deniz Nazlim