Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan' 2019-06-19 09:14:18 COLEMÊRG – Di dema qeyûmê Şaredariya Colemêrgê de, li qeraxa robar selexane û axur bi 320 milyon TL'yî hatibûn çêkirin. Lê bêyî bên vekirin û dest bi kar bikin rûxiyan.  Di dema qeyûmê Şaredariya Colemêrgê de, li Taxa Bîçerê bi 320 milyon TL'yî selexane û axur hatibûn çêkirin. Ji ber lê qeraxa robar hatine çêkirin bi qasî nîv metreyî rûxiyan. Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, li herêma selexane û axur lê hatine çêkirin lêkolîn kirin û diyar kir ku bi qasî nîv metreyî rûxiyane. Piştî avahiya selexaneyê rûxiya hêleke wê li hewayê ma û axurên hatine çêkirin jî qelş li wan ketine.    Karaman, bilêv kir ku berî selexane bê çêkirin etuta wê ya zemînî nehatiye kirin. Karaman, bilêv kir ku qeyûm pere ji bo akrên nimûneyî xerc kiriye û bi vî awayî pêşkeşî alîgirên xwe kiriye. Karaman, got: "Bêyî tesîsa li vira bê vekirin rûxiyaye. Wê axûr û selexaneya li vira hatiye çêkirin xizmeta gelê Colemêrgê bikira. Lê ji ber li ser zemîneke şematok hatine çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyane. Piştî em hatin ser kar em tev geriyan ku em ê çawa vê tesîsê xelas bikin. Pereyê li vira hatiye xerckirin ji bêrîka gelê me derketiye."    Karaman, destnîşan kir ku selaxane û axurên hatine çêkirin jî li ser ersaya şaredariyê hatine çêkirin û got: "Dizanibûn ev qad qadeke şematok e û ne li gor înşeatek wisa ye û ji ber vê hatibû îstimlaqkirin. Paşê rabûne selexane û axur lê çêkirine. Her wiha li herêmê dîwarekî îstindaê yê pir mezin jî çêkirine. Lê mixabin tevî dîwarê îstinadê jî dîsa qad bi qasî nîv metreyê ber bi jêr ve rûxiyaye. Dîmenên li vira belgeya 'derfetên şaredariyê pêşkeşî alîgiran hatiye kirin' bixwe ye."    MA / Hamza Gunduz