‘AKP'ê zarok radestî cemaetan kirin' 2017-11-20 09:13:10 EDENE – Sekreterê Giştî yê Malî yê Egîtîm Sen’ê Ahmet Karagoz diyar kir ku di perwerdehiyê de wekheviya keysê tune ye û got: “Di demên dawî de AKP’ê zarokên malbatên xizan û kedkaran radestî weqf, komele û cematên bi protokol kiriye.”  Li Tirkiyê ji mafê jiyanê bigire heta mafê perwerdehiyê zarok ji hemû mafan mehrûm dimînin. Zarok li Tirkiyê 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê di rewşek ku maf ji zarokan re nayê nasîn pêşwazî dikin. Sekreterê Giştî yê Malî yê Egîtîm Sen’ê Ahmet Karagoz bi rasthatina rojê mafê perwerdehiyê yên zarokan nirxand. Karagoz diyar kir ku gelek xalên têkildarî zarokan ên di Danezana Gerdûnî ya Mafê Zarokan de tên binpêkirin û zarok di perwerdehiyê de ji wekheviya keysê fêde nabînin.    'ZAROK RADESTÎ CEMATAN HATINE KIRIN’    Karagoz destnîşan kir ku zarok ji xizmeta tenduristî û cemaweriyê bêpar dimînin û got: “Zarokên me li vî welatî zarokatiya xwe najîn. Gelek mînakên vê yekê hene. Heke mirov hin mînakan bide, zarokên li kolanan dixebitin her tiştî dide nîşandan. Ev yek janê bi kezeba me dixîne. Divê şûna zarokên me li pirtûkxaneyan pirtûkan bixwînin û li parkan bileyîzin lê li kolanan û kargehan dixebitin. Zarokên me keçik ên biçûk didin zewicandin. Di demên dawî de AKP’ê zarokên malbatên xizan û kedkaran radestî weqf, komele û cematên ku protokol pêk anîne kiriye. Me mînaka van dît. Li Aladagê zarokên me şewitîn û li Weqfên Ensarê zarok bi tacîz û tecawizê re rû bi rû man. Me hemûyan vê yekê dît.”