‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin' 2019-06-18 14:10:56   ENQERE - Serokê ESP'ê yê Enqereyê Mehmet Ali Tosun, serdegirtina polîsan a avahiya ETHA û binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û xwest her kes li dijî binçavkirina rojnamegeran derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.    Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), têkildarî serdegirtina avahiya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û binçavkirina edîtor û nûçegîhanên ETHA, li avahiya Navenda Giştî ya ESP'ê civina çapemeniyê li dar xist. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger, Elif Torun Oneren û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de Serokê ESP'ê yê Enqereyê Mehmet Ali Tosun, Wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahin Tumuklu, Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Meclisa Jinên Sosyalist (SKM) Ezgi Bahçeci, Endam û rêveberên ESP'ê yên Stenbolê edîtor û nûçegîhanên ETHA, Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalist (SGDF) û Jinên Ciwan ên Azad (OKG) jî di navde gelek kesên din piştgirî dan çalakiyê. Serokê ESP'ê yê Enqereyê Mehmet Ali Tosun, serdegirtina polîsan a avahiya ETHA û binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û xwest her kes li dijî binçavkirina rojnamegeran derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.    Tosun, anî ziman ku bi vê serdegirtina ETHA û binçavkirina rojnamegeran azadiya çapemeniyê çarek din hatiye binpêkirin û wiha got: “Dixwazin dengê rastiya ku dijî Manipulasyonê, dengê kedkarên li dijî sermayedarlaran, dengê jinê ya li dijî serdestiya mêr; yanî dixwazin dengê kolanê ETHA bêdeng bikin. Em li vir carek din bang dikin. Pêwist nîne hûn li me bigerin. Em li kolanê ne. Hûn bi derew û sansurê nikarin îktîdarê biparêzin. Em li pey rastiyan in. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku dengê kolanê xurt bikin.