Demîrhan ê di greva birçîbûnê de çavekê wî kor bû nehat berdan 2019-06-18 13:21:41 MÊRDÎN - Endamê Meclîsa DBP’ê Bayram Demîrhan ê di çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê de, çavê wî yê rastê kor bû, di danişîna xwe ya 11’emîn a hat dîtin de, nehat berdan.    11’emîn danişîna doza derbarê endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bayram Demîrhan û siyasetmedarên Kurd Davût Bozan, Mehmet Alî Dayan, Mehmet Ceylan û Hasan Îlhan ên par hatin girtin de hat vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.      Endamê Meclîsa DBP’ê Bayram Demîrhan ê di çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, çavê xwe yê rastê winda kir û Mehmet Ceylan ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê anîn danişînê. Davût Bozan ê li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê girtî, ne anîn danişînê. Hasan Îlhan û Mehmet Alî Dayan ên di dozê de ne girtî tên darizandin, li salona danişînê amede bûn. Parêzer û malbatên girtiyan jî beşdarî danişînê bûn.    PARÊZER: GER KÊMASÎ HEBE ÇAWAN DIBE KU MUTALAA BÊ DAYÎN    Piştî danasîna nasnameyan, dozgerê ku berê mutalaa dabû, cardin dûbare kir û xwest kesên tên darizandin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bên cezakirin. Barêzan jî, parastin kirin û gotin: “Li gel ku di dosyayên de hîna jî kêmasî hene, dozder di celseya 6’emîn de mutalaaya ku dabû dûbare kir û xwest biryara girtina girtiyan dewam bike. Ger kêmasî di dosyeyê hebin, çawan dibe ku dozger mütalaa dide. Ger mütalaa  hatibe dayîn wê demê çima biryar nayê dayîn.”   Parêzeran mutallaa weke “kopî bike û pêve bike” nirxandin û xwestin muwekîlên wan bên berdan û beraet kirin.    DI 5’Ê NÎSANÊ DE DÊ BIRYAR BÊ DAYÎN   Dadgeha ku mafê axaftinê neda kesên tên darizandin, diyar kir ku dê di danişîna bê de biryar bide û biryara dewamkirin girtina kesên girtî da. Dadgehê dûre danişîn talûqî 5’ê Îlonê kir.