Li Midurê Karê Nivîsan a Yenî Yaşamê Akin doz hat vekirin 2019-06-18 12:58:50   STENBOL – Ji ber nûçeyên greva birçîbûnê bi îdaya “Li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” li Midûrê Karê Nivîsan a rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin doz hat vekirin. Akin dê roja înê derkeve pêşbêrî dadger.    Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Çapemeniyê ku girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ye ji ber nûçeyên çalakiyên greva birçîbûnê derbarê Midurê Karê Nivîsan a rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de îdaname amade kir. Dozger bi îdaya “Li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” doz vekir. Îdaname ji aliyê 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.    Bi qebûlkirina îdanameyê re Osman Akin dê roja înê derkeve pêşberî dadgerê 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.