Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-06-18 12:05:52   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji rarêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan, Ozgur Faîk Erol, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Cengiz Yureklî, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê, cara duyemîn di 22’yê Gulanê de û herî dawî jî, di 12’ê Hezîranê de bi Ocalan re hevdîtin kirin.