Walîtiyê jina 90 salî avêt kuçeyê 2019-06-18 12:05:16   MELETÎ - Weqfa Piştevaniya Civakî ya Walîtiya Meletiyê, jina 90 salî Zeynep Bugday ku beriya niha ji ber xîzaniya wê jê re mal terxan kiribû, avêt kuçeyê. Bugday bi serûma di milê xwe de li korîdorûn malên TOKÎ'yê disekine.    Weqfa Piştevaniya Civakî ya Walîtiya Meletiyê ji ber rewşa wê ya xîzan li taxa Karagoz a malên TOKÎ'yê jê re maleke terxan kiribÛ, duh wê avêt kûçeyê. Bugday ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîna ya Meletiyê li ser agahdariya cîranên xwe hîn bû amûrên wê ji malê hatine avêtin. Bûgday têkildarî rewşa ev tişt anî ziman: "Li gel ku cîranên min ji rayedaran re ragihandine ku ez li nexweşxaneyê me jî deriyê mala min vekirine û amûrên min avêtine derve. Ez miroveke xîzan im, çima min avêtine kuçeyê? Bi vî halê xwe yê nexweş bi ku ve biçim. Ez bi serumê heta malê hatim. Min serî li cihê pêwîst da, wan jî ji min re got ku biçe dadgehê. Ez 90 salî me dê çibikim."    Rayedarê Weqfa Piştevaniya Civakî ya Walîtiya Meletiyê ku têkildarî mijarê me xwe gihandê ragihand ku daîreyê di sala 2014'an de ji Bugday re terxan kirine û ev tişt gotin: "Li gorî kontrolkirina ku me kir, jin li malê rûnanê, lêçûnên hevpar ên bînayê nade. ji ber vê sedemê ji malê hatiye derxistin." Rayedar angaşt kir ku beriya valakirinê derbarê valakirinê de Bugday hişyar kirine. Rayedar destnîşan kir ku ji bo careke din vegerê divê Bugday serÎ li dadgehê bide. Bugday ku serum di milê wê de ye bi halê xwe yê nexweş li korîdarên malên TOKÎ'yê rawestandiye.