Zarokên, dayika xwe di Komkujiya Garê de winda kirin dixwazin bavê wan bê berdan 2019-06-18 11:33:21 ANTALYA - Sabrî Batûr ê di Komkujiya Gara Enqerê de hevjînê xwe winda kir, ji ber cezayê girtîgehê yê lê hat birîn, ev 6 mehin girtiye. Zarokên Batûr ên rojên zor û zehmet derbas dikin Rojîn (17) û Îbrahî Halîl (10), di nameya ji Wezareta Edaletê re şandin de, xwestin bavê wan bê berdan.    Sabrî Batûr ê di êrîşa xwekujî ya DAIŞ’ê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Enqerê rû da de hevjîna xwe Fatma Fîlîz Batûr a dayika 2 zarokan winda kir, ji ber 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji Çileya 2019’an ve girtiye. Batûr ê li navçeya Alanya ya Antalya dijî, ev 6 mehin li Girtîgeha Tîpa L a Alanya tê girtin. Bi hinceta parvekirinên medya civakî cezayê girtîgehê li Batûr hatibû birîn. Ji ber girtina Batû du zarokên wî Rojîn (17) û Îbrahîm Halîl (10) bi dapîra xwe re dijîn. Du xwişk û birayên hev, piştî qetilkirina dayîka xwe û girtina bavê xwe rojên pir zor û zehmet derbas dikin û  dixwazin bavê wan demildest bê berdan.    ‘BÎRANÎNÊN ME TUNE BÛN’   Rojîn Batûr, ji bo berdana bavê xwe ji Wezareta Edaletê re nameyek nivîsand. Batûr di nameya xwe de wiha nivîsand: “Piştî ku min dayika xwe winda kir, min nû fam kir ku çima li ser vê erdnîgariyê evqas pêdivî bi aştî, xweşikî û ronahiyê heye. Ez niha hewl didin, bi piştgiriya bijîşk û malbatê jiyana xwe dewam bikim. Hîna ez nû nû fêrî tunebûna dayika xwe dibûm, vê carê bavê min Sabrî Batûr binçav kirin. Piştî girtina bavê min, barê ser milê min û berpirsiyartiya min zêdetir bû. Ez û malbata xwe di kirê de dijîn. Ji ber ku em nikarin kirêya wê bidin, em neçar man ku malê vale bikin. Hemû bîranên me û alavên me tune bûn.”   ‘EZ TENÊ DIXWAZIM BAVÊ MIN BÊ BERDAN’   Me derbarê mijarê de hevdîtin bi Rojîn kir. Rojin bal kişand ser jiyana xwe ya piştî bav û dayika xwe û wiha got: “Ez tenê dixwazim bavê me bê berdan. Dixwazim mîna berê jiyaneke me y keyfxweş hebe. Ji xwe emê nekarin dayika xwe paşve bînin. Lê qet nebe em dixwazin bavê me li gel me be. Ji ber parvekrinên medya civakî hat girtin. Ez vê yekê rast nabînim.”   MA / Ahmet Kanbal